Li Nîjeryayê dibistan ruxiya: 100 xwendekar di bin kavil de man
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Lagosê yê Nijeryayê, avahiyeke 3 qatî ku dibistanek jî di nav de bû rûxiya. Di encama rûdanê de tê gotin ku ji 100î zêdetir mirov ku piraniya wan zarok in, di bin kavilê rûxanê de mane.
Hate ragihandin ku tîmên alîkariyê û ambûlans gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêgerînan kirine, herwiha 3 zarok ji bin kavilê rûxanê hatine rizgarkirin.
Medya Nîjeryayê ragihand ku avahiya dibistanê pir kevn bûye û ti tamîrat lê nehatiye kirin, ji ber vê yekê jî rûxiyaye.
Li bajarê Lagosê ku yek ji mezintirîn bajarê Nîjeryayê ye, di sala 2016an de jî avahiyek rûxiyabû û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzîkî 160 kes jî birîndar bûbûn.