Dawîn amara tûşbûyên Koronayê li cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) – Vîrusa Koronayê li cîhanê belav dibe û hejmara qurbaniyan zêde dibe. Îro jî li cîhanê haletên tûşbûn û mirina bi Koronayê hatin tomarkirin.

Li Îtalyayê di heyama 24 demjimêran de 250 kesan canê xwe ji dest dan ku ev zêdetirîn rêje ye heta niha di rojekê de hatiye tomarkirin.

Li gor nûçeya ajansa AFPê li Îtalyayê de maweyê rojekê de 250 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Li gor dawîn amarê li Îtalyayê heta niha 1266 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hejmara tûşbûyên vîrusa Koronayê li wî welatî gihişt 17 hezar û 660 kesan.

Li aliyê din li Brîtanyayê jî hejmara qurbaniyan zêde dibe. Wezareta Tendirustiyê ya Brîtanyayê ragihand ku heta niha 798 kes bi Koronayê ketine, 10 kes jî bi wê vîrusê mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Spanyayê jî aşkere kir ku heta niha 4200 kes tûşî Koronayê bûne û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe ji dest dane jî gihiştiye 120 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Norwecê jî ragihand ku heta niha 864 kes bi vîrusa Koronayê ketine û yekem haleta mirina bi Koronayê jî hatiye tomarkirin. Herwiha di dema çareserkirina nexweşan de, 59 karmendên tendirustiyê jî tûşî Koronayê bûne.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Denmarkê jî aşkere kir ku heta niha 785 kes bi vîrusa Koronayê ketine û zilamekî 80 salî jî bi Koronayê canê xwe ji dest daye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê jî îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku heta niha 5 kes tûşî Koronayê bûne ku hemû jî ji hemna derdor û malbatê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Sudanê jî belav kir ku testa kesekî 50 salî pozîtîv derketiye û wî hemwelatî duh canê xwe ji dest daye.

Li welatên parzemîna Afrîkayê, Sudan jî di nav de, heta niha 170 haletên tûşbûna bi Koronayê hatine tomarkirin ku 4 ji wan tûşbûyan canê xwe ji dest dane.

Li Ukraynayê jî jineke 71 salî bi Koronayê canê xwe ji dest da û 22 kes jî li wî welatî di bin çavdêriyê de ne.

Li Azerbaycanê heta niha 13 kes bi Koronayê ketine û kesekê bi wê vîrusê canê xwe ji dest daye.

Li Hindistanê jî ji ber Koronayê tedbîrên tund hatine wergirtin bo mebesta berengarbûna vîrusa Koronayê û her di wê çarçovê de hemû geştên bo wî welatî hatin rawestandin vîza hatin betalkirin.

Li Romanyayê jî piştî ku endamekî Partiya Lîberal tûşî Koronayê bû, serokwezîrê wî welatî Ludovic Orban biryar da xwe kerentîne bike.

Li Îranê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 514 kesan. Sererkaniya Artêşa Îranê jî aşkere kir ku di çarçova tedbîrên berengarbûna Koronayê de ew dê cihên giştî, kolan û cadeyan vala bikin.

Hikûmeta Bulgaryayê jî bi mebesta rûbirûbûna Koronayê heta 13ê Nîsanê rewşa awarte ragihand. Li wî welatî heta niha 23 haletên tûşbûna bi Koronayê hatine tomarkirin.

Kazaxistanê jî geştên asmanî li gel 11 welatan ragirtin. Li wî welatî heta niha 2 kes bi Koronayê ketine.

Li welatê Ganayê jî 2 haletên tûşbûna bi Koronayê hatin tomarkirin ku li gor wezareta tendirustiyê ya wî welatî, yek ji wan tûşbûyan ji Tirkiyê vegeriyaye Ganayê, kesê din jî ji Norwecê çûye.

Li welatê Kenyayê jî yekem haleta tûşbûna bi Koronayê hat tomarkirin.

Li Awistralyayê jî, wezîrê navxwe yê wî welatî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku testa wî ya bo Koronayê pozîtîv derketiye. Li wî welatî heta niha 156 kes bi Koronayê ketine û 3 haletên mirinê hatine tomarkirin.

Li eyaleta Virginia ya Amerîkayê jî ji ber Koronayê rewşa awarte hat ragihandin. Li seranserê Amerîkayê jî zêdetirî 1000 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne.

Li Kanadayê jî, hevjîna serokwezîrê wî welatî bi Koronayê ketiye û serokwezîr Justin Trudeau biryar da xwe kerentîne bike.