TAYBET - Îran: Em Tengava Hurmizê nagirin
New York (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Seîd Îrewanî got, “Em dê Tengava Hurmizê negirin lê belê parastina aştî û ewlehiya vê rêya avî mafê me yê bingehîn e.”
Balyozê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) di mijara Tengava Hurmizê de li gorî Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî helwesteke nermtir nîşan da.
Xamineyî berê soz dabû ku ew dê rê nede ev rêya avî ya girîng were vekirin lê balyozê Îranê ji Rûdawê re tiştekî din got.
Rûdaw: Birêz Balyoz, Rêberê Bilind ê nû Mucteba Xamineyî ragihand ku ew dixwazin piştrast bin ku Tengava Hurmizê girtî dimîne. Hûn jî niha dibêjin ku hûn piştgiriyê didin azadiya keştiyên bazirganiyê. Gelo tu dikarî helwesta Îranê ji me re zelal bikî?
Emîr Seîd Îrewanî: Min got ku em dê Tengava Hurmizê negirin lê belê parastina aştî û ewlehiya vê rêya avî mafê me yê bingehîn e û ev yek mafê me ye.
Derba dîplomatîk a li dijî Îranê
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rojek berê derbeke dîplomatîk li Îranê xist.
Konseyê biryareke welatên Ereban qebûl kir.
Di vê biryarê de ji ber êrişên li ser welatên cîran û gihandina xisarên aborî yên mezin, Îran hat şermezarkirin.
Di biryarê de bi ti awayî Amerîka û Îsraîl ji ber derxistina şer nehatin şermezarkirin.
Li hêla din, girtina Tengava Hurmizê bûye sedema bihabûna petrolê çimkî nêzîkî çaryeka petrola cîhanê ya ku bi keştiyan tê veguhastin di wê derê re derbas dibe.
Rûsya û Çîn bê alî man
Rûsya û Çîn ku du hevpeymanên bihêz ên Îranê ne, biryara Konseya Ewlehiyê veto nekir û her du welatan jî bêalîbûn tercîh kir.
Hinek saziyên medyayê behsa wê yekê dikin ku dibe girtina Hurmizê bi kêrî Rûsyayê bê.
Çimkî dibe ku Washington ji bo erzanbûna bihayê petrolê cezayên li ser Moskowê sivik bike.
Me vê hefteyê nîşana vê yekê dît ku îdareya Trump rê da Hindistanê da ku petrola Rûsyayê bikire.
Rûdawê li ser vê mijarê pirs ji Balyozê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya jî kir.
Rûdaw: Pirseke min li ser Tengava Hurmizê heye. Hûn pêşbînî dikin ku dê heta kengî girtî bimîne? Gelo Rûsya amade ye ku ji bo vekirîmana tengavê alîkariyê bike?
Vasily Nebenzya: Tengava Hurmizê ne ava me ya herêmî ye. Ez bawer nakim ku em karibin li ser vê mijarê tiştekî bikin.
Helwesta Trump nerm bûye
Serokê Amerîkayê Donald Trump vê hefteyê li ser medyaya civakî peyamek belav kir.
Trump gef xwar û got, eger Îran êrişî Tengava Hurmizê bike ew dê Îranê wêran bikin.
Lê belê roja pêncşemê wisa diyar bû ku helwesta Trump a li hemberî Îranê nerm bûye.
Trump di peyameke xwe ya nû de diyar kir ku girtina Hurmizê û bilindbûna bihayê petrolê di berjewendiya Amerîkayê de ye, ne di zerera wê de ye.
Sedema vê jî ew e ku Amerîka li cîhanê hilberînerê herî mezin ê petrolê ye û dê ji firotina petrolê kareke baştir bike.