Şerê li Îranê ji bo Rûsyayê bû derfet

Moskow (Rûdaw) - Aloziyên li Tengava Hurmizê û bilindbûna bihayê petrolê ya li bazarên cîhanê, ji bo Rûsyayê derfeteke aborî ya mezin afirand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo daxistina bihayê sotemeniyê yê li welatê xwe, plana rakirina demkî ya dorpêçên li ser petrola Rûsyayê ragihand.

Vê krîza enerjiyê Hindistan û Çîn neçar kirin ku berê xwe bidin Moskowê.

Vê yekê jî Rûsya kir sûdmenda herî mezin a vê krîza navneteweyî.

Pêşbîniyên aborî

Li gorî pêşbîniyên pisporên darayî, eger bihayê bermîleke petrolê heta dawiya Adarê di ser 80 dolarî re bimîne, dahata budceya Rûsyayê dê herî kêm trilyonek rûble zêde bibe.

Her wiha eger nirxê dolar bigihêje 83-85 rûbleyan jî dê herikîna pereyan a ji bo xezîneya Rûsyayê bigihêje 1,5 trilyon rûbleyan.

Ji aliyê din ve, Amerîkayê îhtîmala sivikkirin an jî rakirina demkî ya dorpêçên li ser hawirdekirina petrola Rûsyayê ragihand.

"Heta ku Trump nebêje çareserî nîne"

Serokê Enstîtuya Ewropayê Vladîslav Belov li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Trump dorpêç ranekirin, tenê bi awayekî demkî rawestandin.

Dizane ku dema rewş aram bibe, ew dê ducare heman dorpêçan çalak bike.

Ti niyeta wî ya alîkariya ji bo Rûsyayê nîne. Rûsya ji bo wî di plana duyem de ye.

Ew wekî karsazekî, wekî bazirganekî xwedî derfet e ku bandorê li bazara cîhanê bike.

Lê pirs ev e, ka ew dê çi qasî demdirêj be. Dibe ku gelekî demkurt be.

Lê di her rewşê de, heta ku Trump ranegihîne ku ew bi ser ketiye, perspektîva çareseriya vî şerî nîne.”

Bandora li ser bazarê

Ji ber girtina Tengava Hurmizê, bihayê petrola xav çend roj in bi berdewamî bilind dibe.

Ev yek jî dibe sedem ku Hindistan û Çîn bi lez û bez berê xwe bidin petrola Rûsyayê.

Jixwe di nava hefteyekê de qebareya stoka petrola Rûsyayê ya ku di tankeran de kom bûbû, ji 133 milyon bermîlî daket derdora 118 milyon bermîlan.

Alîkarê Serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Igor Yuşkov jî li ser vê yekê wiha got:

“Vê gavê armanca sereke ya Trump ew e ku bihayan daxe jêr.

Ji ber ku birêvebiriya wî vê gavê ji ber bihabûna petrolê gelek ziyanê dibîne.

Ji ber ku bi bihabûna petrolê re, di hundirê Amerîkayê de jî sotemenî biha dibe.

Ev yek jî rêjeya piştgiriya dengderan kêm dike. Dibe ku hinek hêviyên Trump jî ew bin ku Rûsyayê ji piştgirîkirina Îranê dûr bixe.

Ji aliyê din ve, eger Trump dorpêçan rake dê şerê li Îranê jî zûtir xelas bibe û Tengava Hurmizê vebe.

Rûsya di encamê de hem ji dorpêçê xelas dibe, hem jî rewşa Hurmuzê asayî dibe.

Loma jî divê em li benda biryara fermî bin.”

Roja duşemê, bihayê bermîleke petrola xav a brent gihişt lûtkeya 119,5 dolaran.

Piştî pêwendiya Donald Trump a bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re, ev rêje daket 88-90 dolaran.

Lê eger li ber çavan bê girtin ku petrola Rûsyayê ya cureyê Uralsê 10 roj berê bermîla wê bi 50 dolaran dihat firotin û îro gihîştiye derdora 100 dolaran, eşkere ye ku sûdmenda sereke ya vê krîzê dîsa Rûsya ye.