Rayedarên Rûsyayê bersivê didin: Gelo Rûsya alîkariyê dide Îranê?
Moskow (Rûdaw) - Îdiayên ku dibêjin Rûsya alîkariya leşkerî dide Îranê û zanyariyên îstixbaratî yên li ser cihên baregehên Amerîkayê pêşkêşî Tehranê dike, ji rojevê nakevin.
Jixwe Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî jî piştrast kir ku Rûsya "bi gelek awayên cuda" alîkariya Îranê dike.
Her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ti agahiyên piştrastkirî li ser alîkariya Rûsyayê ya ji bo Îranê li cem wî nînin jî Kremlîn amaje pê dike ku Tehranê ji Rûsyayê alîkarî nexwestiye.
"Gelo artêşa Ukraynayê li ser çi esasê şer dike?"
Serokê Beşa Pêwendiyên Navneteweyî ya Zanîngeha Moskowê Andrey Sîdorov got:
“Ez alîkariya Rûsyayê red nakim. Alîkariya Çînê jî red nakim.
Lê eger behsa alîkariyeke misoger tê kirin, mesela şandina çekan, veşartina vê yekê ne mimkin e.
Di mijara pêşkêşkirina daneyên îstixbaratî û parvekirina zanyariyan de, li qusûrê nenêrin lê gelo artêşa Ukraynayê li ser çi esasê şer dike?
Gelo kî daneyên îstixbaratî û zanyariyan dide wan?
Kî bi giştî birêvebiriya wan dike? Kî çekan dide wan?
Bê guman Amerîka bi xwe. Ma bêyî teknolojiya Amerîkayê ew dikarin tevbigerin?
Demekê Trump Starlink ji bo çend rojan li ser wan girt. We dît encam çi bû?”
Putin û Trump li hev kirine?
Di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump de destpêka vê hefteyê, pêwendiyeke telefonî pêk hat.
Kremlînê ragihand ku mijarên hevdîtinê şerê li Îranê û danûstandinên li ser çareseriya şerê li Ukraynayê bûne.
Hinek alî îdia dikin ku Putin û Trump li ser mijara şerên li Îran û Ukraynayê gihiştine peymaneke veşartî.
"Pirsgirêka sereke ya Amerîkayê Rûsya ye"
Parlamenterê Dûmaya Rûsyayê Yevgeniy Fedorov jî li ser mijarê wiha axivî:
“Ji aliyê jeopolîtîk ve divê em lê binêrin, gelo pirsgirêka herî cidî ji bo Amerîkayê kî ye: Rûsya, Îran an jî Çîn?
Em dê bibînin ku pirsgirêka sereke Rûsya ye. Ji ber wê sedemê ku Rûsya xwedî wê şiyanê ye ku bi çekên xwe yên nukleer ên stratejîk Amerîkayê tune bike.
Ne Çîn, ne Îran, ne jî ti dewletên din ên cîhanê xwedî vê şiyanê nîne.
Ango, îro Amerîka hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.
Bi nêrîna min, ev yek ji pirsgirêkên din pir mezintir e. Di vê wateyê de, krîza Îranê ya îro, beşeke hewldana Amerîkayê ye ku pirsgirêka Rûsyayê çareser bike.”
Peskov: Ev ne şerê Rûsyayê ye
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di vê navberê de, ji Putin xwest ku bila Rûsya di qada navneteweyî de piştgiriyê bide mafên gelê Îranê yên li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê.
Lê Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov helwesta Moskowê bi awayekî zelal eşkere kir û got, "Ev şer, ne şerê Rûsyayê ye."