Balyozê Rûsyayê bo Rûdaw: Rewşa Sûriyê pir xeter e

13-04-2018
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
New York
New York
Nîşan New York Rûsya Amerîka Sûriye
A+ A-

New York (Rûdaw) – Balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasîliy Nebenzya ragihand, ku rewşa Sûriyê pir bi metirsîdar e û hêvî kir, ku pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin.

 

Îro Înê (13-04-2018), Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser daxwaza Rûsyayê, ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê civiya.

 

Di dema civînê de Balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasîliy Nebenzya derbarê gefên Amerîkayê û îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Şamê ve, bersiv da pirsa Rûdawê.

 

Rûdaw: “We duh behsa nîgeraniya derketina şer kiribû, bi taybetî jî di navbera Amerîka û Rûsyayê de. Gelo hê jî ev metirsî heye? Gelo ti pêngaveke leşkerî heye û hemahengî di navbera Amerîka û Rûsyayê de maye?”

 

Vasîliy Nebenzya: “Bihêle gotinên min şirove neke. Min tenê got rewş gelek xeter e, ku em nikarin hemû tiştekî texmîn bikin. Kanalên peywendiyan kar dikin. Lê ne bi riya min ve, lewma ez nizanim ka peywendî çawa ne. Hêvîdar in peywendiyên rast û dirust hebin.

 

Derbarê hewlên dîplomatîk de tişta herî baş a me îro dît gotinên balyozê Bolîvyayê bûn, ku digot em nikarin bi binpêkirina yasayên navdewletî propagandaya parastina yasayên navdewletî bikin. Em bi xwe jî vî tiştî dibêjin.”

 

Heftêya borî li bajarê Dumayê ya Xûteya Rojhilat a li derdora Şam a paytexta Sûriyê, li dijî sivîlan çekên kîmyewî hate bikaranîn.

 

 Opozîsyona Sûriyê ragihand, ku di encama êrîşa bi gaza Klor de herî kêm 200 kes mirin û hezar kes jî jehrî bûn. Hinek çavkaniyan jî ragihandin, ku di êrîşê de 70 kesan canê xwe ji dest daye.

 

Amerîka û welatên ewropayî tevî çend welatên herêmî yên weke Tirkiye û Erebistana Siûdiyê hikûmeta Sûriyê bi encamdana wê êrişê tohmetbar dikin.

 

Li hember vê yekê jî hikûmeta Sûriyê, Rûsya û Îran red dikin ku ew êriş ji aliyê Artêşa Sûriyê ve hatibe kirin û dibêjin, Amerîka û welatên rojavayê dixwazin bi wan hincet û îdiayan zemîneya êrişeke serbazî bo ser rêveberiya Beşar Esed amade bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst