Trump stratejiya xwe ya leşkerî ya li dijî Îranê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê li hemberî hêzên Îranê toleransê nîşan nedin û dê bêrehm bin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek da.

Trump stratejiya xwe ya serbazî ya li dijî Îranê û qaîdeyên nû yên li sînorê deryayî eşkere kirin.

Trump diyar kir ku beşa herî mezin a Hêzên Deryayî yên Îranê hatiye têkbirin.

Wî da zanîn ku ew dê li hemberî hêzên biçûk ên ku mane "bêrehm" bin.

"158 keştî li binê deryayê ne"

Trump destnîşan kir ku derbeyeke mezin li hêza deryayî ya Îranê ketiye û got:

"Hêzên Deryayî yên Îranê bi temamî ji holê hatine rakirin û li binê deryayê radizên.

158 keştî... Yên ku me li wan nexistiye keştiyên biçûk in ku ew bi xwe ji wan re dibêjin 'keştiyên êrişa bilez'.

Ji ber ku me ew wekî metirsiyekê nedîtin, me li wan nexist."

"Em dê ti toleransê nîşan nedin"

Trump tekez kir ku eger belemên biçûk ku wekî "keştiyên êrişa bilez" têne binavkirin nêzîkî dorpêça Amerîkayê bibin, ew dê ti toleransê nîşan nedin.

Trump diyar kir ku ew dê li dijî van keştiyan heman rêbaza ku li dijî kartelên madeyên hişbir bi kar tînin pêk bînin û hişyariya xwe wiha domand:

"Eger yek ji van keştiyan nêzîkî dorpêça me bibe dê yekser ji holê bê rakirin.

Em dê heman pergala kuştinê ya ku em li deryayê li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir bi kar tînin, li dijî wan jî bi kar bînin. Ev pêvajoyeke bilez û bêrehm e."

Têkoşîna li dijî madeyên hişbir

Trump di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser serkeftina Amerîkayê ya li dijî veguhastina madeyên hişbir a bi rêya deryayê.

Trump axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Ji sedî 98,2yê madeyên hişbir ên ku bi rêya okyanûs an jî deryayê tên Amerîkayê hatine sekinandin.

Ji bo eleqeya we ya li ser vê mijarê ez spasiya we dikim."