Mogherini: Em bi temamî pabendî rêkeftina atomî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê civiyan û pabendbûna xwe bi rêkeftina atomî gotûbêjkirin.

 

Berpirsa Siyasetên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand ku ew bi temamî piştevaniya rêkeftina atomî dikin û Amerîka û Îranê jî agahdarî vê helwestê ne.

 

Federica Mogherini diyar kir ku gotûbêj baştirîn rê ye ji bo çareserkirina aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de.

 

Mogherini got: “Em ê di piştevaniya Rêkeftina Atomî  ya li gel Îranê de berdewam bin û bi temamî pabendî wê bin.  Îro di çarçoveya civînên encûmena peywendiyên derve de, dê civîneke min li gel wezîrên derve yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê hebe, daku em bizanibin bê çawa pabendî rêkeftina atomî bibin, ji ber ku ev mijar ji bo asayîşa navçeyê gelekî giring e, di demên derbasbûyî de herwiha di demên bê de ev mijar gelekî giring e, ji ber vê yekê heya ku em bikaribin emê pabendî rêkeftinê bin, ev armanceke me ya serekî ye ku Tehran û Waşinton baş agahdarî helwesta me ne.”

 

Berpirsa Siyasetên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini eşkere kir: “Herwiha em li ser vê bingehê reftarê li gel Îranê de dikin, bi taybetî di hin pirsgirêkên navçeyê ku em cidî li ser radewestin, em berdewam tekezî li ser wê yekê dikin ku gotûbêj baştirîn rêyên çareseriya aloziyan in.