Neteweyên Yekbûyî: Hişkesalî jiyana 2 milyon kesan dixe metirsiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Diyardeya hişkesaliyê qeyraneke cîhanî ye ku gefê li ewlehiya xwirek, av û tenduristiya bi milyonan kesan dixwe.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku zêdetirî ji sedî 40ê rûberê bejahiya cîhanê di bin metirsiya çolbûnê de ye û jiyana nêzîkî 2 milyon mirovan ketiye metirsiyê.

Raporeke Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) hişyariyê dide ku Îraq û Herêma Kurdistanê salane 400 hezar donim axa xwe ji dest didin ku ev dike du qatê rûberê Bexdaya paytext.

Li Îraqê amarên Wezareta Plansaziyê nîşan didin ku ji sedî 15,6ê axa çandiniyê bi temamî bûye çolistan û ji sedî 54ê axê jî di bin gefeke cidî de ye.

Ev di demekê de ye ku ji sedî 70yê axa Îraqê xwedî avhewayeke nîvçolî ye û rêjeya baranê ji 200 milîmetreyan derbas nabe.

Di raporeke Neteweyên Yekbûyî de ya li ser hişkesaliyê Birêvebira Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî Inger Andersenê da zanîn:

“Pêlên germahiyê, li gel lehiyan û helîna cemedê, di nava bandorên herî zêde û metirsîdar ên guherîna avhewayê de ne.”