Trump pêşnûme îmze kir; di nav de biryarên li dijî Tirkiyê jî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmeya derbarê ewlekariyê de îmze kir, ku di nav de biryarên li dijî berjwendiya Tirkiyê jî hene.  

 

Kongresa Amerîkayê beriya niha derbarê siyaseta ewelkariyê de pêşnûmeyek amade kiribû ku di xaleke pêşnûmeyê de hatibû xwestin, eger Tirkiye qeşe Andrew Brunson bernede û mûşekên rûsî yên S-400 bikire, Amerîka jî li hember vê yekê firokeyên F-35 bi awayeke demkî nede wî welatî.

 

Donald Trump îro bi merasîmekî ev pêşnûme îmze kir. Bi îmzekirina Trump jî biryara li dijî Tirkiyê dikeve warê cîbicîkirinê.

 

Kongresa Amerîkayê di destpêka meha Tebaxê pêşnûmeya derbarê Yasaya Paye ya Ewlekariya Nîştîmanî ya darayî ji bo sala 2019ê amade kiribû.

 

Di xala peywendîdar de hatibû gotin, Wezareta Berevanî ya Amerîkayê divê li gel Wezareta Navxwe şi ser peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê şêwirê bike û di nava 90 rojan de raporekî pêşkeşî Kongresê bike. Li gorê vê xalê di nav 90 rojan de radestkirina firokeyên F-35 jî dê were cemidandin.

 

Rêveberiya Waşingtonê beriya niha li dijî du wezîrên Tirkiyê biryar wergirtibû. Herwiha Trump biryar dabû baca li ser pola û elemînyûma Tirkiyê jî were zêdekirin.