Serokwezîrê Yunanê bo Tirkiyê: Em amade ne rûbirûyê her kesekî bibin ku gefê li ax û gravên me bixwe

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Yunanê Kiryakos Miçotakis, li beramberî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dyên dijî welatê xwe de got: “Em amade ne rûbirûyê her kesekî bibin ku gefê li ax û gravên me bixwe.”

Di demekê de rageşiya di navbera Enqere-Atîna de zêde bûye, Serokwezîrê Yunanê Kiryakos Mitsotakis li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir. Serokê Fransayê û hevjîna wî jî bi kelecan li benda Serokwezîrê Yunanê bûn û Sedem jî rûbirûbûna gefên Tirkiyê ye ku vê dawiyê derbarê Yunanê de zêde bûne.

Piştî hevdîtinê Macron piştgiriya Fransa ya ji bo Yunanê nîşan da û got ku peymana hevkariya stratejîk a di navbera herdu welatan de heye.

Serokwezîrê Yunanê Kyriakos Mitsotakis jî gefên Erdogan bibîr xist û got: “Em amade ne rûbirûyê her kesekî bibin ku gefê li welat û gravên me bixwe. Bawer im yasa zelal in û em berdewam piştgiriyê li yasayan dikin, loma helwesta me gelekî vekirî ye. Em deriyê xwe li ber bêzarkeriyê digrin û bo gotûbêj û danûstancdinê vekirî dihêlin.”

Ji mêj e Fransa ligel Tirkiyê nakok e; herwiha Parîs ji xeynî NATOyê, xwe wek berevanîkerê welatên Yekîtiya Ewropayê dibîne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî got: “Ligel dûbarekirina tevgerên bêzarker û gotina têbîniyên kirêt derbarê serweriya Yunanê de, li vê derê baş dibînim wek caran, piştgiriya me ya zelal û yekalîker bînim ziman. Ev hevbeşiya stratejîk ji mêj ve heye û heta demeke dûr û dirêj jî dimîne, lewra em rê nadin ti tevlîheviyekê bi taybetî li rojhilatê Deryaya Spî û li beramber we.”

Di vê vîdeoya meha Nîsana sala 2021ê de, keştiyeke zêrevanê deryayî ya Tirkî derdikeve ku li Deryaya Egeyê nêzîkê keştiyeke Yunanî dibe û wê bêzar dike.

Pirsgirêkên navbera Tirkiye û Yunanê ji mêj ve hene û wiha xuya nake di demeke navîn de bên çareserkirin.

Ji xeynî pirsgirêkên dîrokî yên Tirkiye û Yunanê yên sedsala 15an ên serdema dewleta Bîzans û derketina sê şerên serbazî di salên sihî yên sedsala borî de, di navbera wan herdû welatan de pirsgirêkên din hene;

Di diyarkirina sînorên deryayî de li Deryaya Egeyê;

Nakokiya wan li ser 122 metresêca gaz û 107 milyar bermeîl petrol li rojhilatê Deryaya Spî;

Danîna binkeyên serbazî li gravên Yunanê yên nêzîkê Tirkiyê:

Diyarkirina mesafeya sînorê esmanî yê niştimanî û herwiha pirsgirêka Tirkên beşê Bakurê Qubrisê ku Tirkiyê ji sala 1974an ve bi zora hêzê kontrol kiriye.

Erdogan Yunanê bi gefxwarina li Tirkiyê û çavdêrîkirina firokeyên wê yên şer li gravên nêzîkê axa xwe tohmetbar dike û dibêje, dibe di şeveke tarîk de bi ser gravên wan de bigrin.

Erdogan roja 6ê vê mehê gotibû: “Em dikarin di şevekê de ji nişka ve bên. Ew gravên wan hene û binke jî li ser wan damezrandine û gefan jî li me dixun, sebra me jî sînorekî wê heye û di dawî de tişta pêwîst be dikin.”

Wek bersiva daxuyaniyên dijwar ên Enqerê, hêza esmanî ya Yunanê du firokeyên nûkirî yên F-16 ên Amerîkî wergirtin û di 6 salên bê de jî 81 firokeyên din didinê. Firoke, amûrên elektronîk ên bi teknolojiya bilind, radar û çekên pêşketî di wan de tên bicîh kirin.