Rûsya bi hêza 7,4 pileyan hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li nîvgirava Kamçatkayê ya rojhilatê Rûsyayê erdhejeke bi hêza 7,4 pileyan çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku navenda erdhejê 111 kîlometre li rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatskiyê yê li nîvgiravê bûye.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 39,5 kîlometreyan de çêbûye.
Li herêmê 30ê Tîrmehê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbûbû.