Nijadperestên tirk kampanya bo kurdan dan rawestandin
Navenda Nûçeyan – Şîrkata almanî ya dermanên ciwankarî û pakkirinê “dm” ji ber gefên nijadperestên tirk kampanya xwe ya bo alîkariya kurdan betal kir.
Şîrketa “dm” plan kirbû ku di 17ê Cotmehê de li marketeke xwe li bajarê Troisdorfê nêzîkî Kolnê çalakiyeke taybet li dar bixe.
Biryar bû wê rojê dê Serok û Damezrênerê Rêxistina Mafên Mirovan Cap Anamur, Rupert Neudeck, li marketa dm li ber kaseyê rûne û xizmeta mişteriyan bike û hemû dahata qaseya ku Rupert Neudeck li ber, dê pêşkeşî komeleya Kurdan “Kurdische Gemeinschaft Rhein-Sieg / Bonn e. V.“ bê kirin.
Piştî ragihandina wê kampanyayê tirkên nijadperest li ser torên civakî dest bi kampanyayeke boykotkirina wê şîrketê kirine û bang li tirkan kirin ku eşyayan ji marketên wê şîrketê nekirin.
Rêveberê “dm”ê Erich Harschwan ragihand ji ber gefên nijadperestên tirk wan kampanyaya ji bo alîkariya Kurdan betal kirine.