Mattis hişyariya derketina DAIŞê dide

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Berevaniyê yê Amerîkayê hişyariya derketina DAIŞê dide û dibêje, hêj DAIŞ bidawî nebûye.

Wezîrê berê yê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis di hevpeyvîneke taybet de li ser bûyerên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dibêje: “Wezîrê Derve yê Amerîkayê û dezgahên me yên îstîxbaratê û herwiha ew welat jî ku kar ligel me dikin, dizanin ku DAIŞ nehatiye têkşikandin.”

Mattis, ne ligel vekişîna serbazên welatê xwe ji Sûriyê ye û hişyariya wê yekê dide ku divê guşarên ser DAIŞê berdewam bin, ji ber eger guşar nemînin, DAIŞ xwe bihêz dike.

Axaftinên Mattis di demekê de ne ku Mattis Kanûna sala derbasbûyî ji ber biryareke Trump bo vekişîna hêzên wan ji Sûriyê wek Wezîrê Berevaniyê ji îdareya Trump dest ji kar kişand.