Cîhadî John di êrişeke ezmanî de hat kuştin

Dusseldorf (Rûdaw) - Cîhadî John yek ji wan rûyên DAIŞê bû, ku hovîtiya wê rêxistinê nîşand dida, hat kuştin.

 

Nûçeya kuştina Cîhadî John ku navê wî yê rast Mihemed Emwazî ye, bi eslê xwe ji Kuweytê ye û hemwelatiyê Brîtanyayê ye, kuştina wî ji aliyê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ve hat piştrastkirin.

 

Di vîdyoyên ku DAIŞê belav dikir de, Cîhadî John li pêş kamerayê serê rehînan jêdikir, di nav wan de çend kesên rojavayî jî hebûn.

 

Beriha niha hatibû ragihand John di êrişeke ezmanî de li Reqayê hate kuştin.

 

Li gor nûnerê Barack Obama yê hevpeymaniya li dijî DAIŞê, Brett McGurk, êriş pêncşemê nîvê şevê li bajarê Reqaya Sûriyê, ku weke paytexta DAIŞê tê binavkirin, ji aliyê firokeyeke bêpîlot pêk hatiye.

 

Generalekî amerîkî jî ji televizyona Fox News re piştrast kir û got: “Ji sedî 99 me ew ji nav bir.“