Li Brîtanya 2 namzedên Kurd serkevtin bi dest xistin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji 4 kandîdên Kurd ên di hilbijartinên parlamentoya Brîtanya de, 2 kesan serkevtin bi dest xistin û bûne parlamenter, ku yek ji wan ji Partiya Kar û yê din jî ji Partiya Konservatîv e.

Îro Înê encamên destpêkê yên hilbijartinan hatin aşkerekirin û li gor encamên destpêkê, ji 4 namzedên Kurd 2 kesan serkevtin bi dest xistine û di xûla nû ya parlamentoya Brîtanyayê de bûne parlamenter.

Li gor encamên destpêkê, Nedîm Zehawî ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partiya Konservatîv bibû namzed, kariye 33,343 dengan bi dest bîne û careke din bibe parlamenter.

Herwiha Feryal Clark ku xelka Bakurê Kurdistanê ye li ser lîsta Partiya Kar 23,340 deng bi dest xistine û wek parlamenter hatiye hilbijartin.

Di hilbijartinên vê carê de du berbijêrên din ên Kurd jî hebûn, lê serkevtin bi dest nexistine. Yek ji wan Îbrahîm Doguş e ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partiya Kar bûbû namzed û yê din Kawe Beheştîzade ye ku xelkê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partiya Lîberal Demokrat bûbû berbijêr.

Partiya Konservatîv ango Muhafizekar serkeftineke mezin tomar kiriye, lê belê Partiya Kar rastî şikestineke mezin hatiye.

Li gor encamên destpêkê, Partiya Konservatîv a bi serokatiya Boris Johnson 368 kursiyan bi dest dixe û bi vî awayî dikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne.

Partiya Kar a bi serokatiya Jeremy Corbyn jî rastî şikestineke mezin hatiye û 191 kursiyên parlamentoyê bi dest dixe, di demekê de ku Partiya Kar berî hilbijartina vê carê, di parlamentoya Brîtanyayê xwediyê 262 parlamenteran bû.

Ji bilî herdu partiyên serekî, Partiya Niştimaniya Skotlandê 55 kursî, Partiya lîberal Demorkat 13 kursî, Partiya Kesk 1 kursî û partiyên din 22 kursî bi dest xistine, herwiha Partiya Brexitê nekariye ti kursiyan bi dest bixe.

Parlamentoya Brîtanyayê xwediyê 650 kursiyên parlamenteriyê ye.