Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim

Amsterdam (Rûdaw) - Nîroz Horî hunermendeke Kurd e û ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Nîroz Horî li Holendayê dijî, bi rêya hunera karton û anîmasyonê çand, berxwedan û cil û bergên Kurdî dide nasîn.

Zarokê wê yê ku otîzma wî heye, bûye çavkaniya sereke ya îlhamê ji bo karên wê yên hunerî.

Nîroza ku bi berhemên xwe li bajarê Şarjayê yê Îmaratê hatiye xelatkirin, hewl dide bi rêya anîmasyonê karên xwe zêdetir bi pêş bixe.

Rengên Efrînê li Holendayê

Dayika ciwan li quncikekî biçûk ê mala xwe, bi reng û xeyalan çîrokên bihêz vedibêje û wêneyên wê yên kartonî bi hêmayên Kurdî dagirtî ne.

Roj, zeytûn û cilên çandî di hunera wê de reng vedane û cîhanek ava kirine ku hem nûjen e û hem jî bi kûrahî girêdayî çandê ye.

Nîroz Horiya ku ji Efrînê ye, bi dîzaynên xwe yên bêhempa azar û berxwedana gelê Kurd dixe nava karakterên xwe û dibe dengê çîroka nifşekî.

Şêwekar Nîrozê got,"Li gel şerê Efrînê, me bi hesteke zêde dest pê kir.

Min xwest bi rêya hunera wênesaziyê azarên Kurdan pêşkêş bikin, nexasim ku civaka Kurdan her tim azarê dikişîne."

Ji wênesaziyê ber bi anîmasyonê ve

Behreya wê hatiye naskirin û li bajarê Şarjayê yê Îmaratê xelatek wergirtiye lê ev tenê gavek e di geşteke dirêjtir de.

Armanca wê ya sereke ew e ku derbasî cîhana anîmasyonê bibe û karakter û çîrokên xwe li ser ekranê zindî bike.

Nîrozê ji Rûdawê re got, "Hest dikim karê min sînordar e, loma pêwîst e çalakiyên xwe yên derbarê çîrokên kurt de zêdetir bikim, ji ber ku ez ji vî warî hez dikim û tê de baş im.

Dikarim xizmeta civaka xwe bikim û di paşerojê de sûda wê hebe, ev ji bo zarokan jî baş e."

Zarokê otîstîk: Çavkaniya îlhamê

Nîroz ev 6 sal in li gel malbata xwe ya biçûk li Holendayê dijî û gelek caran îlhamê ji hezkirina ji bo kurê xwe yê otîstîk werdigire.

Vê yekê jî armanceke nû daye wê ku hunera xwe ji bo çêkirina pirtûk û fîlmên kartonî ji bo zarokên otîstîk bi kar bîne.

Ew dixwaze alîkariya wan bike ku xwe û cîhanê bi awayekî nerm bibînin û di heman demê de civakê jî derbarê otîzmê de hişyar bike.

Nîrozê di berdewamiyê de maje bi armancên xwe kir û wiha pê de çû:

"Du armancên min hene; ya yekem ew e ku tiştekî ji bo zarokên otîstîk çêbikim.

Wekî pirtûkekê da ku xelk vê rewşê nas bike û di paşerojê de piştevaniya wan zarokên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike ku bi otîzmê ketine.

Ew zarok hatine piştguhkirin, kes piştgiriya wan nake û li malê ne. Dixwazim bi rêya wêneyên xwe çîrokan ji wan re çêkim, wan bifiroşim û dahata wê jî ji bo xizmeta wan be.

Armanca min a duyem jî ew e ku çanda Kurdan bi rêya wêneyên xwe derxim pêş û fîlmên anîmasyonê li ser çêkim."