CENTCOM: Li Sûriyeyê 2 leşker û sivîlekî Amerîkayî hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Sûriyeyê di kemîneke DAIŞê de 2 leşker û karmendekî sivîl ê Amerîkayî hatin kuştin.
Li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di êrişekê de leşkerên Amerîkayê û Sûriyeyî hatin hedefgirtin.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe ya fermî de piştrast kir ku bûyer îro 13ê Kanûna Pêşîn qewimiye.
Li gorî daxuyaniyê, çekdarekî DAIŞê kemîn daniye ber hêzên Amerîkayê. Di encamê de 2 leşker û karmendekî sivîl ê Amerîkayî canê xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.
Operasyona bi helîkopteran
Piştî êrişê li herêmê liv û tevgereke zêde ya leşkerî çêbû.
Hat ragihandin ku helîkopterên artêşa Amerîkayê ji bo derxistin û veguhastina leşkerên birîndar operasyonek li herêmê pêk aniye.
Her wiha hat diyarkirin ku di heman êrişê de hinek leşkerên Sûriyeyî jî birîndar bûne.
Çekdar hat kuştin
CENTCOMê destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê bersiv daye û ew çekdarê DAIŞê yê ku kemîn danîbû, hatiye kuştin.
Derbarê nasnameyên kuştiyan de hat gotin ku ji ber rêzgirtina li malbatan û polîtîkayên leşkerî, heta 24 saetan piştî agahdarkirina malbatan nasname nayên eşkerekirin.
Hişyariya tund a Wezîrê Şer
Li aliyê din, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth di peyamekê de li ser êrişê got ku ew çekdar ji aliyê hêzên wan ên hevbeş ve hatiye kuştin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê hişyariyeke tund da wan kes û aliyên ku Amerîkayiyan dikin armanc û got:
"Bila zelal be, eger hûn Amerîkayiyan bikin armanc, li kîjan dera vê cîhanê be bila be, hûn dê wê jiyana xwe ya kurt bi awayekî derbas bikin ku Amerîka li pey we bigere, we bibîne û bi awayekî bêrehm we bikuje."
Sivîlê ku hat kuştin wergêr bû
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell jî li ser bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku kemîn li sînorê Tedmurê bûye û ew welatiyê sivîl ê Amerîkayî wergêr bûye.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack jî "kemîna terorîstî ya tirsonek" şermezar kir û got:
"Gera hevbeş a hêzên Amerîka û hikûmeta Sûriyeyê kirin armanc.
Em pabendî têkbirina terorê ne ligel hevparên xwe yên Sûriyeyî."