Leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê hatin kuştin: Trump daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê kuştina leşkerên Amerîkayî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Serokê Sûriyeyê Ehmed El Şer ji ber êrişê gelekî bi hêrs e û soza tolhildanê da.
Li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê êrişî leşkerên Amerîkayê hat kirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di kemîneke DAIŞê de 2 leşker û wergêrekî sivîl ê Amerîkayî hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û êriş bi tundî şermezar kir.
"Em şîna sê welatparêzên mezin digirin"
Serokê Amerîkayê di peyama xwe de wiha got:
"Em şîna windakirina sê welatparêzên mezin ên Amerîkayî yên li Sûriyeyê digirin; du leşker û wergêrekî sivîl.
Em her wiha ji bo sê leşkerên birîndar dua dikin ku nû hat piştrastkirin rewşa wan baş e."
"Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer gelekî bi hêrs e"
Trump amaje bi wê yekê kir ku êriş li herêmeke metirsîdar qewimiye û wiha pê de çû:
"Ev êrişeke DAIŞê bû li dijî Amerîka û Sûriyeyê, li herêmeke gelekî metirsîdar a Sûriyeyê ku bi temamî di bin kontrola wan de nîne.
Serokê Sûriyeyê Ehmed El Şer (Colanî) ji ber vê êrişê gelekî bi hêrs û aciz e."
"Dê tolhildaneke gelekî cidî hebe"
Serokê Amerîkayê di dawiya peyama xwe de hişyarî da û got:
"Dê tolhildaneke gelekî cidî hebe."
“We mourn the loss of three Great American Patriots in Syria, two soldiers, and one Civilian Interpreter. Likewise, we pray for the three injured soldiers who, it has just been confirmed, are doing well. This was an ISIS attack against the U.S., and Syria, in a very dangerous… pic.twitter.com/uK3t5dlMfL
— The White House (@WhiteHouse) December 13, 2025