Parîs welatên li dijî DAIŞê lihev dicivîne
Navenda Nûçeyan – Wezareta Parastinê ya Fransayê ragihand, hefteya bihê dê Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê li Parîsê bicive.
Wezareta Parastinê ya Fransa aşkere kir, ku hefteya dahatî dê civîneke be rfureh a welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li bajarê Parîs a paytexta wî welatî were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de navê welatên ku dê beşdarî di vê civînê de bikin , nehatiye belavkirin, lê belê amaje bi wê hatiye kirin ku Wezîrê Parastinê yê Fransayê dê ligel her yek ji Wezîrên Parastinê yên Birîtanya, Amerîka û Almanya bicive.
Hatiye ragihandin, ku armanc ji lidarxistina vê civînê bihêzkirina stratejiya şerê li dijî DAIŞê û berfirehkirina operasyonên li dijî wê rêxistinê li Iraqê û Sûriyê ye.
Fransa yekemîn welat bû ku piştî ragihandina Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji aliyê Amerîka ve, pêwednî bi vê hevpeymaniyê ve kir û dest bi operasyonên esmanî yên li dijî navendên çekdarên DAIŞê li Iraqê û piştre li Sûriyê kir.
Piştî êrişên 13ê Mijdar a sala 2015ê li Parîsê, Fransa dest bi operasyonên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê jî kir û heya niha %20ê êrişên esmanî yên li dijî DAIŞê li Iraqê û Sûriyê ji aliyê Fransa ve hatine encamdan.
Wezareta Parastinê ya Fransa herwiha amaje bi wê jî kiriye, dibê welatên hevpeyman Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî dilhêsayî bikin, ku piştevaniya welatên rojava bo wan dê berdeam be, da ku bikaribin serkirdatiya şerê kontrolkirina Mûsilê bikin.