Almanya vaksîna Turkovacê qebûl nake
Hewlêr (Rûdaw) - Almanya, dê kesên vaksîna Turkovacê wergirtine bo nav welatê xwe qebûl neke.
Almanyayê, şertên vîzeyê bo welatiyên Tirkiyê nû kirin. Li gor şertên nû, divê kesên biçin Almanyayê vaksîna Coronayê wergirtibin. Lê di nav lîsteyê de vaksîna Turkovacê ya ji aliyê Tirkiyê ve hat berhemanîn cî negirt.
Li gor şertên nû yên Almanyayê, tenê kesên vaksîna Moderna, BioNTech, AstraZeneca an jî Johnson&Johnson li xwe dabin, dê bikarin serdana Almanyayê bikin.
Ji bilî vaksîna Turkovacê, kesên vaksînên Çîn û Rûs jî li xwe dabin dê neyên qebûlkirin. Ji ber ew vaksînên Tirkiye, Çîn û Rûsyayê berhem anîne, ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve nayên qebûlkirin.
Almanyayê herwiha ragihand, ku welatî li beramber kompanyayên vîzeyan hişyar bin û ji bo vîzeyê serî li wan kompanyayan nedin, ku demên dawî gelek zêde bûne.