Îrfan Ortaç: Ji avakirina Şingalê hikûmeta Iraqê berpirsyar e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Civata Şêwirmendî ya Êzidî li Almanya Dr. Îrfan Ortaç anî ziman ku daxwaza wan a herî girîng avakirina Şingalê û vegera Êzidiyan li cih û warên xwe ye û got, "Ji avakirina Şingalê hikûmeta Iraqê berpirsyar e."

Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) ji bo êrîşên DAIŞê yên li ser Şingalê dê di 19ê Çileyê de bicive. Di vê rûniştinê de tê çaverêkirin ku biryara naskirina Jenosîda Êzdiyan bê dayîn.

Serokê Civata Şêwirmendî ya Êzidî li Almanya Dr. Îrfan Ortaç “Ev 8 sal in em ji Parlamentoya Elmanyayê daxwaza naskirina Komkujiya Şingalê dikin û li ser vê mijarê dixebitin.”

Ortaç tekez kir ku naskirina jenosîdê ji aliyê Almanyayê ve “gaveke girîng e” û bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku ji bo jinûveavakirina Şingalê û vegerandina Êzidiyan li ser axa xwe bi hev re kar bikin.

Ortaç diyar kir ku ji ber di rewşa heyî de rêveberiya Şingalê di destê Iraqê de ye, berpirsyariya vê mijarê di esasê xwe de hikûmeta Iraqê ye.

Ortaç biryara ku ji aliyê Parlamnetoya Alman ve bê dayîn weke biryareke hesas û siyasî nirxand û got “Ji bo naskirina jenosîda Ermeniyan 100 sal derbas bûn, 8 sal ne demek dirêj e ku jenosîdek were naskirin. Tevî ku Iraq welatê Êzidiyan e, lê Bexdayê heta niha jenosîd nasnekiriye.”

Çend xalên giring ên Ortaç ên derbarê mijarê de wiha ne:

“Êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan plansaz bû û armanca wê jî qirkirina Êzidiyan bû. Ji ber vê yekê wê jenosîd were naskirin.

20 madde hene ku em çaverê dikin di 19ê Çile de bên qebûlkirin, yek ji wan jî naskirina siyasî ya hebûna Ezdiyan li Iraqê ye.

Em girîng dibînin ku peymana Şingalê ya ku di Cotmeha 2020’an de ji aliyê Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin, were bicihanîn. Divê êdî biryarên hatine girtin bên bicihanîn. Em dixwazin wê di çalakiyê de bibînin, ne bi gotinan.

Hebûna komên çekdar ên nefermî li Şingalê rê garantiya jiyana me ya li asteng dike. Eşîrên Êzidî jî wê beşdarî rûniştina 19’ê Çile bibin. Van eşîran biryar dabûn ku axa xwe ji destê kesî nehêlin û bi destên xwe ava bikin. Xala herî girîng a Peymana Şingalê ew e ku pêwîste hêzên nefermî ji Şingalê bên derxistin.

Li Almanyayê ti fraksiyonên ku li dijî biryara jenosîdê derkevin nînin. Hikûmet û muxalefet wê bi hev re vê biryara ku gelekî girîng e nas bikin.

Xalên sereke ku em li ser disekinin di pêşnûmeya qanûnê de cih digirin. Di pêşnûmeya qanûnê de tê gotin ku hêzên Kurd li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dane û gelek şehîd dane.

Welatên din jî jenosîdê nas dikin û tu berpirsiyarî nagirin, lê naskirina jenosîdê ji aliyê Almanyayê ve dê berpirsyariyên giran bide ser milê wê. Almanya wê neçar bibe ku li ser Êzdiyan zextê li Iraqê bike.

Hezar û 50 welatiyên Alman ên endamên DAIŞê beşdarî komkujiya Êzdiyan a li Şengalê bûne. Li ku dera cîhanê dibin bila bibin em daxwaz dikin ku bên dîtin û darizandin.

Pir balkêş e ku li Iraqê dadgehên ku dozên jenosîdê tê de bên nîqaşkirin tunene û ev jî pirsgirêkeke mezin e.

Şîrketên ku piştgirî dan qirkirinê û alîkariya DAIŞ’ê kirin jî divê bên darizandin. Şirketa çîmentoyê ya Fransî Lafarge hat îsbatkirin ku li Sûriyeyê bi DAIŞ'ê re hevkar e û 780 milyon dolar ceza li vê şîrketê hat birîn. Em dev ji van kompaniyan bernadin, weke Ezdiyan jî em dê hesabê ji jê bipirsin.”