Parlamenterekî Almanyayê: Li Rojavayê Kurdistanê paqijiya etnîk tê kirin

Berlîn (Rûdaw) - Endamê Parlamentoya Almanyayê Ateş Gurpinar derbarê êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ên li dijî Kurdan got, “Tişta li Rojavayê Kurdistanê dibe paqijiya etnîkî ye.”

Endamê Parlamentoya Almanyayê yê Partiya Çep (Die Linke) Ateş Gurpinar rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxandin û diyar kir ku ew "paqijiya etnîkî" ne.

Ateş Gurpinar ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser dîroka pirsgirêkê û helwesta siyasetmedarên Alman.

"Tişta ku diqewime paqijiya etnîkî ye"

Parlamenterê Partiya Çep diyar kir ku ev rûdan ne nû ne û wiha domand:

"Tişta ku diqewime ne tenê ya îro ye. Em bi rastî ev 100 sal in dizanin ku tiştên wiha dê biqewimin.

Niha û bi taybetî di vê gavê de, mijar bi durûtiyê ve girêdayî ye.

Friedrich Merz careke din vê polîtîkayê dişopîne, wî li cihên cuda ev kar kir lê niha li Sûriye û herêmên Kurdan ên Rojavayê jî heman tiştî dike.

Tişta ku niha diqewime, bi awayekî paqijkirina etnîkî ye û divê were rawestandin."

"Nameyeke hevbeş tê weşandin"

Ateş Gurpinar da zanîn ku ew hewl didin mijarê bixin rojeva Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) û wiha pê de çû:

"Divê em di nav Parlamentoya Almanyayê de bixebitin da ku ev mijar bikeve nav bernameya kar.

Ez dikarim vê jî bibêjim ku parlamenterên ji fraksiyonên cuda nameyeke hevbeş nivîsandine ku dê di vê hefteyê de were weşandin."

"Nabe bêyî encam derbas bibe"

Gurpinar destnîşan kir ku armanca nameyê ew e ku bala raya giştî bikeşîne ser mijarê û got:

"Armanca wê nameyê ew e ku em bala xelkê bikeşînin ser vê pirsê. Heger guman jî hebe, divê em mijarê bibin nav parlamentoyê.

Ez bawer dikim tişta li wir diqewime nabe bêyî encam derbas bibe.

Pêwîst e kesekî mîna Merz bertekekê nîşanî vê bide."