Erdogan: Em bi helwesta Rûsya ya li ser herêma aram kêfxweş in

14-02-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rûsya Îran Sûriye Soçî Recep Tayyip Erdogan Hesen Rûhanî Vladimîr Pûtîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ber, Lûtkeya Sêalî ya bi mijara Sûriyê civiyan. Erdogan got: “Heta ku PYD û YPG ji Minbicê ji rojhilatê Feratê neyên paqijkirin li Sûriyê yekîtiya axê nayê pêkanîn.” Erdogan herwiha got: Em kêfxweş in ku Rûsya bi erênî pêşwaziya avakirina herêma aram dike.”

 

Îro hersê welatên ku bi welatên garantor di krîza Sûriyê de tên naskirin, wate Rûsya, Îran û Tirkiye li bajarê Soçî yê Rûsyayê dicivin, û dawî rewşa kirîza Sûriyê û geşedanên li wî welatî gotûbêj dikin.


Beriya Civîna Sêalî ya li ser Sûriyê ku di navbera Tirkiye-Rûsya-Îranê de tê kirin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn civiyan.


Erdogan anî ziman ku ew kşfxweş in ku Rûsya jî avakirina herêmeke ewle li Sûriyê bi erênî pêşwazî dike.


Erdogan wiha got: "Gelekî girîng e hevkariya li Îdlibê ji bo bikaranîna qada asmanî hat nîşandan, li herêma Efrîn û Herekata Mertala Firatê jî bê nîşandan. Heta ku PYD û YPG ji Minbicê ji rojhilatê Feratê neyên paqijkirin li Sûriyê yekîtiya axê nayê pêkanîn."


Pûtîn jî got: "Ez bawer im ku em dê bi Tirkiyê re li Sûriyê ji bo diyaloga nav aliyan de lezdaniyeke nû bînin. Em dikarin ku bi xebatên çalak, berfireh û lihevkirinê xwe bigihînin armancên li Sûriyê."


Serokê Rûsyayê herwiha got: "Bi saya xebatên ku bi Tirkiyeyê re tên kirin me li Sûriyeyê pêşketinên girîng bi dest xistin."


Erdogan û Ruhanî hatin ba hev


Beriya Civîna Sêalî ya li ser Sûriyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî civiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst