Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Almanyayê li hev civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius li Munîhê li hev civiyan.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi û Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius re rûnişt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku di civînê de qala “pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, gefa DAIŞê û pêşhatên herêmê û bi taybetî jî rûdanên li Sûriyeyê” hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, "Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkarî û piştgiriya Almanyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê aniye zimên.”
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bal kişandiye ser girîngiya berdewamiya van alîkariyan.
Boris Pistorius jî pêbendiya Almanyayê ya bi piştgiriya Herêma Kurdistanê ducare kiriye.
Wî “pêwîst” dîtiye ku ji bo têkoşîna li dijî terorê hevkariya hevbeş a Almanyayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re were xurtkirin.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius li Munîhê li hev civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 14, 2025
🟥 Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê balê dikişîne ser "cîhana pircemserî û guherînên nû"#MSC2025 pic.twitter.com/uMxOfhJl8T