Nêçîrvan Barzanî û Ebûlxeyt: Divê herêm ji aloziyan were dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûlxeyt tekez kir ku "herêm ji aloziyan bê dûrxistin."

Serokê Herêma Kurdistanê li Munîhê civînên xwe yên bi berpirsên welatên cîhanê re didomîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûlxeyt li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Îraq û herêmê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi welatên Ereban re hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan her wiha tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê û dûrxistina herêmê ya ji aloziyan kir.

Piştgiriya Komkara Ereban

Li gorî daxuyaniyê, Ebûlxeyt pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ya di parastina hevsengî û bihêzkirina ruhê bihevrejiyanê de da.

Ebulxey her wiha piştgiriya Komkara Ereban a ji bo aştî û aramî Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.