Nêçîrvan Barzanî û Marco Rubio civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiya
Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên dîplomatîk ên li Almanyayê didomin.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û têgihiştina hevkariya hevbeş a di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkeş kirin.
"Herêma Kurdistanê hevalbendekî serekî ye"
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê pabendiya welatê xwe ya ji bo piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê û parastina aramî û ewlehiya navçeyê ducare kir.
Marco Rubio jî pesnê pêgeha Herêma Kurdistanê da û ew wekî "hevalbendekî serekî û faktora aramiyê" binav kir.
Mafên Kurdên Sûriyeyê
Rewşa Sûriyeyê, mafên Kurdan û rûdanên dawî yên navçeyê mijareke din a civînê bû.
Her du aliyan tekezî li ser parastina mafên Kurdan û pêkhateyan di Sûriyeyeke yekgirtî de kir.
#VÎDEO - Nêçîrvan Barzanî û Marco Rubio civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 14, 2026
💢 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya#MSC2026 #Kurdistan #USA pic.twitter.com/zej2ADVOrK