Trump: Li Îranê guherîna rejîmê tiştê herî baş e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Li Îranê guherîna desthilatê tiştê herî baş e ku biqewime."

Ev daxuyanî di demekê de ne ku Washingtonê keştiya herî mezin a balafirelgir a cîhanê ber bi herêmê ve bi rê kiriye û ji bo gihîştina peymanê dem diyar kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh dema ku ji Koşka Spî derdiket û diçû eyaleta North Carolinayê ji rojnamegeran re axivî.

 Donald Trump li ser pirsa "Gelo tu dixwazî desthilata Îranê birûxe?" got:

"Dibe ku ev tiştê herî baş be ku biqewime. 47 sal in ew tenê diaxivin, di wê maweyê de me gelek mirovên xwe ji dest dan, dest û ling û rûyê xelkê me hatin şêwandin (ji ber karên wan)."

Li ser pirsa "Divê Îran çi bike da ku ji êrişa leşkerî dûr bikeve?" jî Trump wiha bersiv da:

"Divê ew pêşî bigihîjin peymaneke guncaw. Wê gavêem dê wê nekin (êrîş nekin), lê hûn dizanin, di dîrokê de wan ev nekiriye.

Trump ragihand ku Washington ti cûreyê meyandina uranyumê ji aliyê Îranê ve qebûl nake û got, "Em meyandina sifir dixwazin."

Dema jê hat pirsîn "Gelo çi maye li tesîsên nukleerî yên Îranê ku lê were xistin, di demekê de tê got ku hatine wêrankirin?"

Trump bi tanz got, "Tu dikarî biçî wê toza ku li wir maye bibî... wekî hûn dizanin ew hatine wêrankirin."

Keştiya balafiran a herî mezin a cîhanê bi rê de ye

Trump piştrast kir ku wî ferman daye keştiya balafiran Gerald Ford ku keştiya şer a herî mezin a cîhanê ye, ji Deryaya Karîbîkî ber bi Rojhilata Navîn ve biçe da ku bigihîje keştiya Abraham Lincolnê.

Trump got, "Dibe ku pêdiviya me pê hebe, eger em negihin lihevkirinê."

Di daxuyaniyeke taybet a ji bo Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde de, Trump eşkere kir ku wî muhleteke diyarkirî di mejiyê xwe de daniye da ku Tehran bigihîje lihevkirinê.

Trump berê hişyarî dabû ku eger heta nîvê Adarê peyman çênebe, "rojeke gelekî xerab" li benda Îranê ye.

Operasyona Venezuelayê û zexta li ser Ukraynayê

Trump di beşeke din a axaftina xwe de, behsa serkeftina hêzên Amerîkayê ya li Venezuelayê kir û ragihand ku ew dê Madalyaya Wêrekiyê bide yek ji leşkeran ji ber qehremaniyên wî yên li wî welatî.

Serokê Amerîkayê her wiha eşkere kir ku dibe di demeke nêzîk de serdana Venezuelayê bike.

Donald Trump li ser şerê Rûsya û Ukraynayê peyamek da Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û got:

"Divê Zelensky gav biavêje û peymanê bike. Rûsya peymanê dixwaze, eger ew nelive, dê derfeteke mezin ji dest bide."