Hookerê pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di peymana HSD û Şamê de da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Alîkara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya Kar û Barên Siyasî Allison Hookerê re civiya.

Civîn îro li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya li Almanyayê hat kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û çendîn mijarên girîng hatine gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgiriyên Amerîkayê yên ji bo parastina aramiya welêt û bipêşxistina dezgehan kir.

Peymana HSD û Şamê

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Allison Hookerê pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya di peymana navbera Şam û HSDyê de daye.

Hookerê diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide Îraq û Herêma Kurdistanê.

Alîkara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya Kar û Barên Siyasî Allison Hookerê her wiha da zanîn ku welatê wê dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe alîkar.