Dick Schoof: Em ji bo kêmîneyan piştgiriyê didin Serokkomarê Sûriyeyê
Munîh (Rûdaw) - Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof pesnê pêwendiyên welatê xwe yên li gel Herêma Kurdistanê da û got, ew dê di warên leşkerî, aborî û çandiniyê de piştgiriya ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.
Schoof derbarê rewşa Sûriyeyê jî piştgiriya welatê xwe ya ji bo parastina mafên pêkhateyan ducare kir.
Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof îro di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di daxuyaniyeke taybet de ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re behsa civîna xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Dick Schoof got, "Civîneke gelekî baş bû, gotûbêjeke me ya nûwaze çêbû, ji ber ku em du dost in."
Serokwezîrê Holendayê amaje bi wê yekê kir ku welatê wî wekî dostekî nêzîk, alîkariyeke zêde pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike û got, "Konsulekî me yê gelekî baş li Hewlêrê heye."
Pêwendiyên Hewlêr û Amsterdamê
Dick Schoof li ser pirsa derbarê corê pêwendiyên di navbera Amsterdam û Hewlêrê de got:
"Em bi çendîn awayan piştgiriyê dikin; di sektora çandiniyê de, di warê leşkerî de û her wiha di warê aborî de. Em gelek karan bi hev re dikin."
Mijareke din a axaftina Serokwezîrê Holendayê ya ji bo Rûdawê taybet bû bi rewşa Sûriyeyê û çarenivîsa Kurdan li wî welatî.
Schoof got ku wan di civînan de behsa rewşa Sûriye, Îran û Amerîkayê kiriye.
Dick Schoof tekezî li ser giringiya aramiya Sûriyeyê kir û got:
"Bi baweriya min eger em hemû aram bin, xwe bigirin û piştrast bin ji wêya ku Sûriye ber bi bipêşketineke durist ve diçe, wê demê dê rewş baş bibe."
Serokwezîrê Holendayê derbarê helwesta welatê xwe ya li hemberî desthilata nû ya li Sûriyeyê de got:
"Em piştgiriya Serok (Ehmed Şer) dikin, bi taybetî di mijarên pêwendîdar bi kêmîneyan û pêkanîna hikûmeteke aram; ji ber ku ev dê ji bo Kurdistanê jî gelekî giring be."
Hevpeyvîna Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof re wiha ye:
Rûdaw: Birêz Serokwezîr, civîna we çawa derbas bû?
Dick Schoof: Civîneke gelekî baş bû, gotûbêjeke me ya nûwaze çêbû, ji ber ku em du dost in. Holenda bê guman alîkariyeke zêde pêşkêş dike. Konsulekî me yê gelekî baş li Hewlêrê heye, lewma serdaneke gelekî nûwaze bû.
Rûdaw: Pêwendiya we li gel Herêma Kurdistanê çawa ye?
Dick Schoof: Em bi çendîn awayan piştgiriyê dikin; di sektora çandiniyê de, di warê leşkerî de û her wiha di warê aborî de. Em gelek karan bi hev re dikin.
Rûdaw: Hûn dixwazin çawa Kurdên Sûriyeyê biparêzin?
Dick Schoof: Bê guman me behsa rewşa Sûriyeyê û her wiha rewşa Îran û Amerîkayê kir. Bi baweriya min eger em hemû aram bin, xwe bigirin û piştrast bin ji wêya ku Sûriye ber bi bipêşketineke durist ve diçe, wê demê dê rewş baş bibe. Em piştgiriya Serok (Ehmed Şer) dikin, bi taybetî di mijarên pêwendîdar ên bi kêmîneyan û pêkanîna hikûmeteke aram, ji ber ku ev dê ji bo Kurdistanê jî gelekî giring be.