Nêçîrvan Barzanî û Seroka Komîsyona Ewropayê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li Mûnihê bi Seroka Komîsyona Ewropayê re behsa rewşa Sûriyeyê, Kurd û pêkhateyên li wî welatî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek da.
Di civînê de pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û bipêşketinên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevkariya hevbeş kir, bi taybetî di wan waran de ku xizmeta aramî û bipêşketina aborî dikin.
Rewşa Sûriyeyê
Her di civînê de behsa rewşa Sûriyeyê, Kurd û pêkhateyên li wî welatî, metirsiyên terorê, bipêşketinên dawî yên herêmê û astengiyên li ber aştiya li Rojhilata Navîn hat kirin.
Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê
Ursula von der Leyenê piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo aştî û aramiya Herêma Kurdistanê ducare kir.
Von der Leyenê her wiha pesnê hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî û rola Herêma Kurdistanê da ku wekî faktoreke girîng a aramiyê li herêmê ne.