Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî rapora li ser Efrînê belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî derbarê Sûriyê rapora xwe ya nû pêşkêşî Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir. Nûnerê Desteya Yasayî ya Kurdî Hisên Neso raporê ji Rûdawê re nirxand û got “Di raporê de tawana herî metirsîdar a ku îro bi berdewam li devera Efrînê bikar tê ew jî guhertina demografîk û avakirina mêtîngehan e, û Tirkiyê wek dewleteke dagirker bi nav nekiriye.”
Di raporê de, beşek derbarê binpêkirinên grûpên çekdar ên Opozosyona Sûriyê li herêma Efrînê heye, ku ev çend xalên wê yên sereke ne:
Girtiyan gotine ku ew bi beşdariya Îstixbarata Tirkiyê hatine girtin û gelek ji wan dernexistine pêş dadgehan.
Girtî ragihandine ku di girtîgehan de rastî îşkenceyê hatine û tê gotin ku hin girtî di bin îşkenceyê hatine kuştin. Xwediyê girtiyekî tekez kiriye ku asewarên îşkencê li ser laşê wî hebûn
Herwiha di raporê hate diyarkirin ku gelek girtî bi zorane hatine veşartin û di girtîgehan de mirine.
Çekdarên Fîrqeya Siltan Mûrad û Hemze û Grûpên Artêşa Niştimanî mal û milkê koçberan dagîr dikin û tawanên şer kirine.
Nûnerê Desteya Yasayî ya Kurdî, parêzer Hisên Neso, ku bi xwe xelkê Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku rapor bi giştî erênî ye.
Nûnerê Desteya Yasayî ya Kurdî Hisên Neso dibêje “Bi gelemperî em dikarin bibêjin rapor rapreke erênî ye, ji ber ku karibe gelek tawanên li dijî sivîlan bi kar tên li deverên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, wek revandin, kuştin, lêdan, îşkence, destdanîna ser mal û milkên xelkê, ruxandina şûnwarên dîrokî, dizî, talan, fidye hemû bîne ziman û ew tawanan hemû di bin navnîşana tawanên dijî mirovatiyê û tawanên şer bi nav bikira, wek ku çewa xala 84, 85, 86 di raporê de hatiye diyarkirin.”
Neso herweha ji Rûdawê re got ku 2 têbîniyên girîng li ser raporê hene û wihe berdewam kir “Tiştê ku negatîf di raporê de hatiye xuyakirin, mixabin komîteya lêkolînê nekarî bi rengekî zelal û cesaret pêçiya xwe dirêjî Tirkiyê bike û wek dewleteke dagirker bi nav bikira û stûbariya ew tawanan bixista stûyê wê li gorî xala 42yem ya rêkeftina Laheyê 1899 û 1907. Mixabin ew tawanan xiste warê kesayetî û stûbariya wê xiste stûyê hin kesan ji hêzên çeteyan wek Firqeya Hemze û firqeya sultan Murad wek çewa hatiye diyarkirin di xala 93. Tiştekî din hebe bêdengiyek hebe û di raporê de nehatibe behskirin, ne ji dûr ne jî ji nêz tawana herî metirsîdar a berdewam îro li devera Efrînê bikar tê ew jî guhertina demografîk û avakirina mêtîngehan e.”
Rapora Komîteya Navdewletî binpêkirinên ku di navbera mehên tîrmeh û kanûna yekem a sala 2021ê de belge kirine.
Komîte binpêkirinên ku li seranserî Sûriyê tên kirin belge dike û di raporekê de radestî Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dike.