Amerîka: Lêçûna şerê Îranê ji 11 milyar dolarî derbas kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku lêçûna şerê li dijî Îranê ji 11 milyar dolarî derbas bûye.

Bessent her wiha da zanîn ku rewşa Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn gelekî baş e û operasyonên hêzên welatê wî ji plana ku hatibû danîn gelekî baştir bi rê ve diçin.

Scott Bessent di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir ku parastina keştiyên petrolê ji aliyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê an jî hevpeymaniyeke navneteweyî ve, her tim beşek ji plana îdareya Trump bûye.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku niha çend keştî di wê rêya avî re derbas dibin û ev jî tê wê wateyê ku ti mayînên deryayî nehatine danîn.

Bessent da zanîn, gava ku kontrola asmanî bi temamî hat kirin û şiyanên Îranê zêdetir hatin qelskirin, êdî dê proseya parastina keştiyan bi awayekî fermî dest pê bike.

Bessent her wiha got, "Niha hêza asmanî û deryayî ya Îranê nemaye û kargehên wê yên mûşekan hatine rûxandin."

Wî eşkere kir ku ji bo sîgortekirina wan keştiyên ku di Kendavê de hatûçûnê dikin 20 milyar dolar hatine veqetandin.

Mesrefa şer û aboriya Amerîkayê

Li ser mesrefa darayî yê şer, Scott Bessent eşkere kir ku heta niha mesref gihiştiye nêzîkî 11 milyar dolaran.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê piştrast kir ku ev pere nabe sedema krîzeke darayî ji bo Amerîkayê.

Scott got, "Pereyên me yên yedek hene û daxwazeke zêde li ser tahwîlên Xezîneyê yên Amerîkayê li bazarên navneteweyî heye."

Scott Bessent di beşeke din a axaftina xwe de, bal kişand ser dilgiraniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li hemberî hinek hevpeymanên xwe.

Bessent anî zimên ku Brîtanyayê ji ber ku dereng destûr daye bikaranîna baregehên xwe yên leşkerî, jiyana leşkerên Amerîkayê xistiye metirsiyê.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê diyar kir:

"Ji ber pirsgirêka bikaranîna baregeha 'Diego Garcia'yê, balafirên B-2 yên Amerîkayê neçar man li şûna firîneke 3 saet û nîvî, firîneke 37 saetî bikin.

Vê yekê Serok Trump gelekî hêrs kiriye, çimkî ew mijara parastina jiyana leşkeran gelekî cidî dibîne."

Bessent her wiha da zanîn ku Trump ji Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ne razî ye.

Çarenivîsa Mucteba Xamineyî

Li ser rewşa navxwe ya Îranê û serkirdayetiya wî welatî jî, Scott Bessent guman xistin ser çarenivîsa rêberê nû yê welêt Mucteba Xamineyî.

Bessent got, "Me hîn ew zilam nedîtiye. Em nizanin bê ka haya wî ji xwe heye yan na?

Ma ew birîndar e? Yan jî di nava rejîmê de metirsî li ser wî heye?"

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di dawiyê de bal kişand ser wê yekê ku her çiqas armancên wan ên sereke zelal bin jî, mimkin e gelek tişt werin guhertin û got:

"Bûyerîm li pişt perdeyê, ji bo xwe rêçek û jiyaneke serbixwe digirin."