Lîsteyek bi navê ‘Kurdistan’ê beşdarî hilbijartinên eyaleta Hessenê dibe
Dusseldorf (Rûdaw) - Sibe (15ê Adarê), li eyaleta Hessenê ya Almanyayê hilbijartinên şaredarî û encumenên bajaran tên lidarxistin.
Gelek namzedên Kurd hem bi awayê serbixwe û hem jî di nav lîsteyên partiyên Almanan de beşdarî hilbijartinan dibin, herwiha lîsteyek jî bi navê "Kurdistan"ê di hilbijartinê de cih digire.
Namzedê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) yê Encumena Bajarê Giessenê Hesen Seyfedîn ji Rûdawê re ragihand ku girîngiya van hilbijartinan di wê yekê de ye ku biryar li ser wan mijaran tên dayîn ku rasterast bandorê li jiyana rojane ya xelkê eyaletê dikin û wiha domand:
“Wekî dibistan, baxçeyên zarokan, xizmetguzariyên veguhastinê û pêşxistina taxan.”
Hesen Seyfedîn her wiha anî ziman ku ew ji bo Encumena Biyaniyan û Encumena Bajêr namzde e û di bernameya wî de giringîdana bi ziman, çand û nasnameya Kurd li bajêr heye.
Ew Kurdên li eyaleta Hessenê dijîn dikarin di vê hilbijartinê de deng bidin.
Li gelek bajaran namzed û lîsteyên Kurdan hene û di pêvajoya hilbijartinê de xwedî rol in.
Li aliyê din, postereke kampanyaya hilbijartinê li bajarê Frankfurtê bala hemûyan dikişîne.
Partiya Keskan li wî bajarî dixwaze ku hejmara tuwaletên giştî zêde bibe û mîzkirin bê pere be.
Sedema vê daxwazê ew e ku bihayê bikaranîna tuwaletan li Almanyayê her diçe zêde dibe û li hin cihan gihîştiye 1,5 euroyî.