Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir

Dusseldorf (Rûdaw) - Parlamentoya Almanyayê daxwaznameyeke taybet a ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pesend kir.

Bi hewldanên Rêxistina "Hawar Help"ê û hinek ji rêxistin û çalakvanên sivîl ên Kurd û Alman, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daxwaznameyek hat amadekirin.

Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ev daxwaznameya îmzekirî pesend kir.

Her wiha daxwazname li ser malpera fermî ya Bundestagê hat weşandin.

"Rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e"

Ev daxwazname di dema êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê hatibû kirin.

Di daxwaznameyê de wiha tê gotin:

"Rewşa Rojavayê Kurdistanê bi awayekî metirsîdar têk çûye.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ketiye bin êrişên giran ên leşkerî yên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û milîsên hevpeymanên wan."

Xetên av û elektrîkê hatine birîn

Di daxwaznameyê de her wiha tê destnîşankirin ku li hemberî mafên mirovan sûcên mezin hatine kirin.

Ji bilî koçberkirin û êrişên li ser binesaziya sivîl, berdana çekdarên DAIŞê jî wekî binpêkirineke mezin hatiye destnîşankirin.

Ji bo vê daxwaznameyê 30 hezar îmze hatin komkirin û Parlamentoya Almanyayê jî ew daxwazname pesend kir.

Di daxwaznameyê de bal tê kişandin ser wê yekê ku bi sed hezaran sivîl di bin gefên giran de ne.

Hat diyarkirin ku xetên elektrîk û ava bajarê Kobaniyê hatine birîn û nexweşxane jî bûne hedefa êrişan.

Çalakvanê Kurd ê li Almanyayê Mihemed Îbo ku di amadekirin û pêşkêşkirina vê daxwaznameyê de cih girtiye, ji Rûdawê re axivî.

Mihemed Îbo ragihand ku pêngava wan a bê ew e ku hinek çalakvanên Kurd bi Wezareta Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtinan bikin.

Li gorî axaftina Îbo, ew dê çend xalan ji hikûmeta Almanyayê bixwazin.

Ew xalên ku dê çalakvan ji hikûmeta Almanyayê bixwazin ev in:

  • Hewldanên dîplomatîk û siyasî yên ji bo parastina welatiyên sivîl û Kurdên Rojavayê Kurdistanê û zexta li ser Şamê.
  • Hevahengiya hikûmeta Almanyayê ya bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo rêlibergirtina xurtbûna DAIŞê.
  • Destpêkirina têkiliyên dîplomatîk ên bi Rêveberiya Xweser re.
  • Avakirina komîteyeke serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo lêkolîna li ser sûcên dijî mafên mirovan ên li Sûriyeyê.
  • Rawestandina alîkariyên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyeyê.
  • Lêpirsîn û gazîkirina Balyozê Tirkiyeyê yê li Almanyayê.

Lînka daxwaznameyê:

https://epetitionen.bundestag.de/content/petitionen/_2026/_01/_29/Petition_194415.html