Di hilbijartinên Venzuela de wêneyên Ocalan hat hilgirtin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî mirina serokê berê yê Venzuela Hugo Chavez, proseya dengdanê ya yekemîn hilbijartinên serokatiyê li wî welatî dest pê kir. Di dengdanê de wêne û posterên rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Li gorî nûçeya BBC, îro (14.04.2013) li seranserê Venzuela proseya dengdana hilbijartinên serokatiya wî ji saet 03:00 bi dema wir (10:30 bi dema Kurdistanê) dest pê kir.

Tişta herî balkêş di hilbijartinên Venzuela de hilgirtina wêne û posterên rêberê PKKê Abdullah Ocalan bû.

Di dîmenan de ku li ser tora civakî ya Youtube hatiye belavkirin, dengderên Venzuela wêneên Ocalan li kêleka wêneyên namzedê partiya desthilatdar û cîgirê Hugo Chavez, Nicolas Maduro danîne û dengên xwe didin.

Serokê berê yê Venzuela Hugo Chavez, roja 5ê Adara îsal ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.