Herêma Bremen a Almanyayê 100 penaberên Sûrî werdigire
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Bremen li Almanya ragihand ku ew dê 100 penaberên Sûrî werbigirin.
Di nav penaberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de dihat zanîn ku her malbatek dikare 100 kesî ji bo herêma Bremen a Almanyayê bibe. Lê Wezareta Navxwe ya Bremen li Almanya ev red kir û ragihand ku ew agahiyeke şaş e.
Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê Zînar Şîno ragihand ku têkildarî mijarê pirs ji Wezareta Navxwe ya Bremen kiriye û wê herêmê biryar wergeirtina tenê 100 penaberan daye.
Zînar Şîno herwiha da zanîn ku ew jî bi henek mercan dibe weke kesekî/ê li wê herêmê dikare bav û dayîka xwe yan jî xwîşk û birayên xwe yên temenê wan ji 27 saliyê zêdetir nebin.
Herwiha di nav mercan de divê malbata bikarin wan bo heyema 5 salan xwedî bike, nexweşiyên wan ên domdirêj nebe, derfeta wan bo çûna kursa ziman hebe.