Li Almanyayê ji her 4 kesan yek koçber e
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû ya ku li Almanyayê hatiye kirin, hejmara kesên xwedî paşxaneya koçberiyê gihîştiye 21,8 milyonan.
Ev yek jî nîşan dide ku li wî welatî ji her 4 kesan koka yekî digihîje koçberiyê.
Li gorî amarên Ofîsa Amaran a Federal a Almanyayê, sala 2025an 21,8 milyon kesên bi eslê xwe koçber li wî welatî dijîn.
Bi vê yekê, rêjeya vê komê di nav nifûsa giştî de li gorî sala borî 0,5 puan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 26,3yan.
Koçber kî ne?
Ew kesên ku yan ew bi xwe yan jî her du dê û bavên wan piştî sala 1950yî koçî Almanyayê kiriye wekî "xwedî paşxaneya koçberiyê" tên hesibandin.
Ev amar bi rêya lêkolîneke li ser ji sedî 1ê nifûsa giştî hatine bidestxistin.
Ji sedî 20ê nifûsê rasterast koçber e
Li gorî Ofîsa Amaran, li Almanyayê ji her 5 kesan yek rasterast koçber e.
Sala 2025an 16,4 milyon koçberên nifşê yekem li welêt hebûn û ev hejmar li gorî sala 2024an bi rêjeya ji sedî 1,7 zêde bûye.
Lê pisporên amaran diyar dikin ku "zêdebûna hejmara koçberan li gorî salên borî bi awayekî berbiçav hêdî bûye."
Tirkiyeyî û Sûriyeyî di rêzên pêş de ne
Koçberên nifşê yekem herî zêde ji van welatan in: Polonya (1,5 milyon), Tirkiye (1,5 milyon), Ukrayna (1,3 milyon), Rûsya (milyonek) û Sûriye (milyonek).
Di nifşê duyem de (yên ku dê û bavên wan koçber in lê ew bi xwe li Almanyayê ji dayîk bûne) 5,4 milyon kes hene.
Hat ragihandin ku hejmara koçberên nifşê duyem li gorî sala 2024an bi rêjeya ji sedî 3 zêde bûye.
Ji sala 2005an ve zêdebûneke mezin
Li gorî rapora Ofîsa Amaran, hejmara kesên xwedî paşxaneya koçberiyê ya ku sala 2005an 13 milyon bû, sala 2025an gihîştiye 21,8 milyonî.
Ev yek tê wateya zêdebûna ji sedî 67an.
Rêjeya kesên bi eslê xwe koçber ên di nav nifûsa giştî de jî di navbera salên 2005 û 2025an de nêzîkî ji sedî 10 zêde bûye.
Ciwantir in û pîşeyên wan kêm in
Encameke din a lêkolînê jî nîşan dide ku nifûsa koçberan li gorî nifûsa giştî ciwantir e.
Sala 2025an, di koma temenê 25-34 saliyê de hema bêje ji 3 kesan yek xwedî paşxaneya koçberiyê ye lê di temenê ser 65 saliyê de ev rêje tenê ji 7 kesan yek e.
Ji sêyan yekê ciwanên koçber ên 25-34 salî derçûyên zanîngehê ne.
Lê belê hema bêje heman rêje ti dîplomayên pîşeyî wernegirtiye û bê perwerde maye.