JD Vance: Şandeya Îranê ne xwedî desthilata biryardayînê bû
Hewlêr (Rûdaw) - JD Vance ragihand ku di dan û standinên bi Îranê re de li ser rêya "peymaneke mezin" gavên girîng hatine avêtin.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir ku biryara dawî êdî di destê Tehranê de ye.
Vance destnîşan kir ku Amerîkayê xetên xwe yên sor bi awayekî zelal danîne ser maseyê.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance piştî lûtkeya li Îslamabada paytexta Pakistanê ji Fox Newsê re axivî.
Vance derbarê bazarên di navbera Washington û Tehranê de hûrgiliyên nû parve kirin.
JD Vance li ser sedema ku wî dawiya hefteya borî hevdîtinên li Pakistanê zû bi dawî kirin de axivî û got:
"Desthilata şandeya Îranê ya li wê derê nebû ku peymanê encam bide.
Ji bo şertên diyarkirî diviyabû erêkirina Rêberê Dînî yan jî kesekî din ê li Tehranê wergirin.
Ji ber vê yekê me dawî li hevdîtinan anî."
Vance da zanîn ku paşeroja dan û standinan bi nermbûna Îranê ve girêdayî ye û anî ziman:
"Ji niha û pê ve pirsgirêka sereke ev e; gelo dê Îranî wan şertên ku ji bo me krîtîk in qebûl bikin an na?
Divê hemû madeyên dewlemendkirî derxin derveyî Îranê û sozeke teqez bidin ku ew dê çekên nukleerî çênekin."
Trump daxwaza "20 sal rawestandinê" asteng kir
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Amerîkayê ji Îranê xwestiye ku çalakiyên dewlemendkirina uranyumê 20 salan bide sekinandin.
Hat diyarkirin ku aliyê Îranê heyameke 5-10 salan pêşniyar kiriye lê ev pêşniyar rasterast ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye redkirin.
Vance da zanîn ku dijberiya Washingtonê ya li hemberî gel yan jî aboriya Îranê nîne û wiha pê de çû:
"Em dê gelekî kêfxweş bin ku miamaleya 'welatekî normal' li Îranê were kirin ku gelê wê bi aboriyeke normal di nav refahê de bijî.
Lê belê rêya normalbûna aborî di destberdana ji çêkirina çekên nukleerî û destekkirina terorîzmê re derbas dibe.
Heke Îran di vê xalê de amade be bi me re li hev bike, dikare peymaneke gelekî baş ji bo her du welatan derkeve holê."
Vance anî ziman ku Amerîkayê gelek vebijêrk danîne ser maseyê û "gok êdî di qada Îranê de ye".
JD Vance tekez kir ku bersiva Tehranê dê çarenivîsa şerê li herêmê diyar bike.