Bîlanço giran dibe, li Hindistanê hejmara miriyan bû 89

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Uttar Pradeshê ya Hindistanê, ji ber ba û barana dijwar hejmara miriyan bû 89.

Li gorî nûçeya India Todayê, bahoz û barana ku li gelek herêmên eyaletê bi bandor e, jiyana rojane têk biriye.

Amar

Berpirsan ragihand ku ji ber felaketê heta niha 89 kes mirine û 53 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku herî zêde li bajarê Prayagrajê mirî hene û li wir 21 kes mirine.

Her wiha li Bhadohiyê 14 kes û li Fatehpûrê jî 11 kes mirine.

Zererên madî

Li gorî agahiyan, ji ber şert û mercên xerab ên hewayê stûnên karebayê û dar ketine.

Her wiha gelek xanî û otomobîl jî di nav bahozê de mane û zerereke mezin dîtiye.

Karên tîmên rizgarkirinê yên li herêmê jî didomin.