Rûsyayê bi 56 mûşek û 675 dronan êrişî Ukraynayê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê bi 56 mûşekên cureyên cuda û 675 dronan êrişeke berfireh pêk aniye.
Fermandariya Hêzên Hewayî ya Artêşa Ukraynayê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Rûsyayê şeva borî êrişeke dijwar a asmanî biriye ser welêt.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 56 mûşekên cureyên hîpersonîk û balîstîk berdane herêmên cuda yên Ukraynayê.
Her wiha hat eşkerekirin ku di êrişê de 675 dronên "Italmas", "Gerbera" û "Shahed" hatine bikaranîn.
Li gorî daxuyaniyê, pergalên parastina asmanî 41 mûşek û 652 dron tune kirine.
Mûşek û balafirên din jî li 24 xalên cuda yên Ukraynayê ketine.
Rewşa li Kîevê
Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rûsyayê şeva borî Kîev jî kiriye armanc.
Klitschko destnîşan kir ku li gorî amarên heta niha 23 kes birîndar bûne.
Klitschko diyar kir ku li taxa Darnitskiyê ya bajêr ji ber êrişê apartmanek rûxiyaye.
Wî ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin kavilan de didomin.