Kurdên Almanya: Bila Almanya pişta serxwebûna Kurdistanê bigire

 

Almanya (Rûdaw) – Genc û ciwanên kurd ên Almanyayê bang li hikûmet û parlamentoya Almanyayê kirin, pişta serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Komek genc, ciwan û xwendekarên kurd ên ku li Almanyayê dijîn, li ber avahiya Wezareta Derve ya Almanyayê kom bûn û daxwaz ji hikûmeta Berlînê kirin, pişta serxwebûna Kurdistanê bigire.

Wan genc û ciwanan bi hildana ala Kurdistanê û bi belavkirina belavokan piştgirî ji bo serxwebûna Kurdistanê kom kirin…

Yek ji beşdarên çalakiyê jineke parêzer bû. Wê parêzerê got, rast e Almanya heta niha gellek piştgiriya kurdan bi taybet hêzên Pêşmege kiriye lê divê Almanya zêdetir alîkariya kurdan bike.

Piraniya wan gencan ku ji Bakurê Kurdistanê bûn, daxwaza piştgiriyê ji bo Başûr û Rojava kirin.