Çînê aliyê xwe eşkere kir: Îran an Îsraîl?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi piştgiriya welatê xwe ya ji bo hevkarê xwe yê Îranî ragihand.

Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, bi rêya telefonê cuda cuda bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar re axivî.

"Em piştgiriya Tehranê dikin"

Wezîrê Karên Derve yê Çînê ji hevkarê xwe yê Îranî re got, "Em di parastina maf û berjewendiyên wê yên rewa de piştgiriya Tehranê dikin."

Her wiha Wang Yi ji hevkarê xwe yê Îsraîlî Gideon Saar re jî ragihand, "Em li dijî her êrişa leşkerî ya li ser Îranê ne."

Yi ji Eraqçî re ragihand ku ew êrişa Îsraîlê şermezar dikin û ev yek binpêkirina yasayên navneteweyî û biryarnameyên Neteweyên Yekbûyî ye.

Li hember vê yekê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê helwesteke yekgirtî nîşan bide.

Îsraîlê doh bi 200 balafir û gelek dronan dest bi êrişên xwe yên li Îranê kir, pişt re Îranê dest bi bersivdanê kir û Îsraîl mûşekbaran kir.

Îro jî her du aliyan gefên tund ên êriş û bersivdanê li hev xwarin.