Trump û Putin axivîn: Pêşniyarek heye
Hewlêr (Rûdaw) - Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyar kiriye ku di navbera Îran û Îsraîlê de navbeynkariyê bike.
Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Ushakov di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran de, ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî ya 50 deqîqeyî pêk aniye.
Yuri Ushakov hevdîtina di navbera her du lîderan de wekî "têr û tije, eşkere û bi feyde" bi nav kir û ragihand ku di hevdîtinê de rewşa giran a li Rojhilata Navîn hatiye gotûbêjkirin.
Ushakov tekez kir ku Putin operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Îranê şermezar kiriye.
Her wiha Ushakov ragihand ku Putin nîgeraniyên xwe yên cidî derbarê vê yekê de anîne ziman ku gurbûna rewşa li Rojhilata Navîn dikare bibe sedema encamên ku nayên pêşbînîkirin û pevçûnên muhtemel zêde bike.
Ushakov diyar kir ku Putin derbarê pêwendiyên xwe yên telefonî yên bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re agahî daye Trump.
Ushakov got, "Putin tekezî li ser girîngiya pêşîlêgirtina gurbûna pevçûnê kir û destnîşan kir ku aliyê Rûsî amade ye hewlên navbeynkariyê yên muhtemel bimeşîne."
Ushakov her wiha bi bîr xist ku Putin di hevdîtinê de pêşniyarên xwe yên berê yên ji bo dîtina lihevkirinên ku di dan û standinên derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de ji her du aliyan ve werin qebûlkirin, dubare kiriye û destnîşan kir ku Îsraîlê beriya dan û standinan êriş pêk aniye.
Sêwirmendê Kremlînê Ushakov anî ziman ku Trump jî êrişên Îsraîlê yên li dijî armancên li Îranê wekî "bi bandor" nirxandine, lê rewşê wekî "gelekî nîgeranker" dîtiye.
Yuri Ushakov got ku Trump diyar kiriye ku şanda Amerîkî amade ye ji nû ve dest bi danûstandinên derbarê bernameya nukleerî ya Îranê bike.
"Rûsya amade ye piştî 22yê Hezîranê dan û standinên bi Ukraynayê re bidomîne"
Li aliyê din, Ushakov ragihand ku Putin bi Trump re derbarê pêkanîna peymanên ku di dan û standinên di 2yê Hezîranê de li Stenbolê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatibûn bidestxistin jî axiviye.
Wî anî ziman ku di hevdîtinê de mijara guhertina cenazeyên leşkeran û dîlan a ku van rojan pêk tê, ketiye rojevê.
Ushakov wiha axivî, "Rûsyayê diyar kir ku ew amade ye piştî 22yê Hezîranê dan û standinên bi Ukrayniyan re bidomîne.
Donald Trump ev agahî tomar kir û careke din eleqeya xwe ya ji bo bi dawî anîna bilez a şerê Rûsya-Ukraynayê nîşan da."
Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Ushakov diyar kir ku Putin rojbûna Serokê Amerîkayê Trump, ku ketiye 79 saliya xwe, pîroz kiriye û got:
"Her du lîderan kêfxweşiya xwe ji têkiliyên xwe yên şexsî anî ziman ku rojevên dualî û navneteweyî çi qasî aloz bin jî, derfetê dide wan ku li ser mijarên lezgîn û lêgerîna çareseriyan pêwendiyeke karsaziyê deynin."
Her wiha, Ushakov lê zêde kir ku lîderê Rûsî Putin "Roja Alayê" ya Amerîkayê û 250emîn salvegera Hêzên Bejayî yên wî welatî jî pîroz kiriye.