Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya ku ji hesabên medyaya civakî yên Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê hatiye dayîn, di hevdîtinê de “şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, mijarên herêmî û global” hatine gotûbêjkirin.
Erdogan di hevdîtinê de gotiye ku Tirkiye aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de ji nêzîk ve dişopîne û dan û standinên nukleerî yên destpêkirî wekî rêya yekane ya çareserkirina nakokiyan dibîne.
Serokkomarê Tirkiyeyê di hevdîtinê de ragihandiye ku Tirkiye amade ye her tiştê ji destê wê tê bike da ku rê li ber gurbûna aloziyê were girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse