Li Brîtanyayê xula duyem a hilbijartina serokê Partiya Muhafazakar hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê xula duyem a dengdana ji bo hilbijartina Serokwezîr û serokatiya Partiya Muhafazakar bi dawî bû.
Di dengdanê de Wezîrê Berê yê Darayiyê Rishi Sunak bi 101 dengan bû yekemîn û Wezîra Dewletê bo Polîtîkayên Bazirganiyê Penny Mordaunt jî bi 83 dengan bû duyemîn. Di dengdana îro de Serdozgera Giştî ya Îngilîstanê û Walesê Suella Braverman 27 deng bi dest xistin û derfeta serokwezîriyê ji dest da.
Rishi Sunak di dengdana îro de 13 dengên din bi dest xist û bi 101 dengan bû yekemîn. Penny Mordaunt bi 83 dengan bû duyemîn. Wezîra Karên Derve Liz Truss jî bi 64 dengan bû sêyemîn.
Serdozgera Giştî ya Îngilîstanê û Walesê Suella Braverman îro li gor encamên dengdanê derfeta serokwezîriyê ji dest da. Braverman a ku di xula yekem de 32 deng bi dest xistin, di xula duyem de 5 deng kêm bi dest xistin.
Piştî ku Braverman di dengdana ji bo hilbijartina Serokwezîr û serokatiya Partiya Muhafazakar de ku bi 8 berbijêran dest pê kir, derfeta serokwezîriyê ji dest da û niha 5 berbijêr man.
"Di dengdana duh de Wezîrê Kurd Nedîm Zehawî derfeta serokwezîriyê ji dest dabû"
Ji 8 berbijêran 6 ên ku bi piştgiriya herî kêm 20 parlamenteran ji bo hilbijartina Serokwezîr û serokatiya Partiya Muhafazakar derketin xula yekem, duh di dengdanê de piştgiriya herî kêm 30 parlamenteran wergirtin û derbasî xula duyemîn a dengdanê bûn.
Wezîrê Berê yê Darayiyê Rishi Sunak bi 88 dengan, Penny Mordaunt 67, Wezîra Karên Derve Liz Truss 50, Kemi Badenoch 40, Tom Tugendhat 37 û Suella Braverman 32 deng wergirtibûn.
Piştî îstifaya Sunak, Wezîrê Darayî Nedîm Zehawî yê ku li şûna wî hatibûn erkdarkirin û Wezîrê berê yê Tenduristiyê Jeremy Hunt, di xula yekem de benda 30 dengan derbas nekiribûn.
Di dengdanên ku dê di navbera 18-21ê Tîrmehê de werin kirin de 3 berbijêrên din dê derfeta serokwezîriyê ji dest bidin. Ji 21ê Tîrmehê pê ve 2 berbijêrên mayî dê xebatên xwe yên siyasî ji bo bidestxistina dengan berdewam bikin.
Serokwezîrê Brîtanyayê dê di 5ê Îlonê de were eşkerekirin.