Erdhejeke mezin Endonezya hejand
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Malukuyê ya Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,7 pileyan çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê, 180 kîlometreyî li başûrrojavayê herêma Tualê ya Malukuyê ye.
Erdheja ku mezinahiya wê 6,7 bû, di kûrahiya 65,7 kîlometreyan de çêbû.
Her wisa piştî erdheja ku ziyanên canî nehatin ragihandin hişyariya tsunamiyê jî nehat dayîn.