Sînem Mihemed: Amerîka dixwaze HSD bibe beşeke artêşa Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê da zanîn ku Amerîka dixwaze HSD bi lez bibe beşeke artêşa Sûriyeyê.

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed bû mêhvana Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Sînem Mihemedê ragihand ku siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyeyê li ser bingeha pêkanîna aramiyê ye û ji bo vê yekê jî lezê dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê.

Sînemê di heman demê de zelal kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser li ser sîstemeke nenavendî israr dikin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji Rûdawê re ragihandibû ku Amerîka rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê digire û ti nîşanek ji bo avabûna "Kurdistaneke azad" yan herêmeke federal ji bo Kurdan li wî welatî nîne.

Barrack her wiha diyar kiribû ku Washington hewl dide rê li ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xweş bike da ku tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin.

Tom Barrack di daxuyaniyeke din de jî gotibû ku heke HSD di mijara entegrasyona nav artêşa Sûriyeyê de lez neke, dê bi hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê re pirsgirêkan bijî.

Tom Barrack

Sînem Mihemedê li ser Tom Barrack ev agahî dan:

"Pêwendiyên wî yên taybet bi welatên herêmê re hene û roleke mezin dilîze.

Ew bi xwe dibêje ku ji bo pêkanîna siyaseta Trump hatiye lê siyaseta Amerîkayê ya niha pêkanîna aramiyê ye, loma Barrack dixwaze pirsgirêkan bi lez çareser bike."

Sînemê diyar kir ku Tom Barrack jî pir baş dizane bê ma Kurdan di demên berê de çi kiriye û rola wan çi bûye lê heta niha MSD bi Barrack re neciviyaye.

"Hikûmeta Şamê êdî nikare hemû axa xwe kontrol bike”

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk eşkere kir ku Washington dixwaze HSD bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê çimkî "Hikûmeta Şamê êdî nikare hemû axa xwe kontrol bike û hêza wê têrê nake” û berdewam kir:

"Ji ber wê jî Amerîka lezê dike û HSD wekî hêza herî bihêz, mezin û rêkxistî dikare bibe bingeh ji bo artêşa Sûriyeyê ya nû."

Sînemê da zanîn ku tevlîkirina HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê pêvajoyeke demdirêj e û diyaloga bi Şamê re didomînin.

Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê, şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Durzî û eşîrên Ereban de berdewam dikin.

Sînem Mihemedê diyar kir ku ew naxwazin Sûriye dîsa rûbirûyî şerekî navxwe bibe û ew bawer nake ku di navbera HSD û hikûmeta Şamê re şer derkeve.

Nenavendîtî

Wê destnîşan kir ku xala wan a sereke ya di hemû dan û standinan de sîstemeke nenavendî ye û got:

"Em li ser nenavendîkirina hikûmraniya Sûriyeyê israr dikin”

Destûreke ku mafê gelan, di nav de mafên Kurdan, misoger bike û Sûriyeyeke demokratîk ava bike, ji bo me girîng e."

Sînemê ragihand ku ew bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re civiyane lê wan helwesta xwe ya li ser gotinên Barrack zelal nekiriye.

Her wiha eşkere kir ku Amerîka dixwaze “Sûriyeyî” mijara nanevendîbûnê di nevbera xwe de çareser bikin.

Civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

Hinek nûçeyan îdia kiribû ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer red kiriye ku bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bicive.

Lê Sînem Mihemedê li ser civîna wan ev agahî parve kirin.

"Civîn li ser asteke bilind û bi amadebûna nûnerên Amerîka, Fransa û wezaretên karên navxwe, derve û parastinê û îstxibara Sûriyeyê hat kirin.

Ev civîn ji bo dan û standinan bû û nayê wê wateyê ku divê Ebdî û Şer rûnin. Dibe ku piştî gihiştina lihevkirinekê, hevdîtineke bi vî rengî pêk were."

Sînemê diyar kir ku hîn jî di navbera wan û Şamê de gelek pirsgirêkên wekî vegera xelkê Efrînê, destûr û tevlîkirina HSDyê ya nav artêşê mane û çareserkirina wan demê dixwaze.