Nashville (Rûdaw) – Kurdên li bajarê Nashville yê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ku weke 'Kurdistana Biçûk' tê binavkirin, ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kempîna "Erê" dan destpêkirin.
Kurdê bi navê Hîkmet Bamernî ku niştecihê bajarê Nashvilleê ye ji Rûdawê re ragihand:
“Em dixwazin ku xelkê Kurdistanê û pêşmergeyên ku niha li bereyên şer in, hîs bikin ku xelkê li derveyî welat, li Amerîkayê, ji bo serkevtina vê giştpirsiyê li gel hest û nêrînên wan in. Em hêvî dikin ku em bikarin gelek kêm be jî, piştgirî bidin da ku giştpirsî bi ser bikeve.”
Herwiha Rabîe Çelkî ku niştecihê heman bajarî ye diyar kir: “Belê, bîst car bi sê – çar zimanan em dibêjin Belê. Çimku ev mafê me ye. Ev ne tenê ji bo aliyekî ye, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ye.”
Li hin cadeyên Nashvilleê xelkê Başûrê Kurdistanê xerîbiyê ji bîr dikin. Gelek bazar û marketên kurdî li wir hene. Xwaringehên kurdî li wî bajarî bi nav û deng in.
Weke din kurdê bi navê Adil Gelnaskî aşkere kir, ku ew li benda wê yekê ye ku Kurdistan bibe welatekî serbixwe û got: “Gava Kurdistana me bibe dewlet, ezê yekser herim Kurdistanê. Ezê herim cihê bav û bapîrên xwe. Ev xewna me ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse