Ji Guantanamo derket li Uruguayê jiyaneke nû ava kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Uruguayê bajarê Montevideo li başûrê rojhilatê Amerîkaya Latîn, Ehmed Ehcemê ku 41 salî ye û xelkê Sûriyê ye, berî niha di nav girtîgeha Guantanamo de bû, li ser peywendiya ligel El Qaîde hatibû tometbarkirin, niha li Montevideo bi hevkariya çalakvanan firoşgeheke biçûk vekiriye û pê debara jiyana xwe dike.
Xelkê Uruguay çîroka Ehmedê Sûrî wek serkeftinê dibînin, ji ber vê yekê rêxistinên sivîl li Montevideo ahengeke biçûk ji Ehmed re bi amadebûna hejmareka xelkê bajar saz kirin.
Ehmed Ehcem di ahengê de got: “Ez sipasiya hemû wan xelkê Uruguayê dikim, ku piştgiriya min kirin, sipasiya xelkê Uruguay dikim, ku hevkariya min kirin, ez bi başî kar dikim, sipasiya hemûyan dikim.”
Ehmed zêdeyî 12 salan di girtîgeha Guantanamo de ma û sala 2014an de li ser bingehên rêkeftina di navbera îdareya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ligel hikûmeta Uruguay, Ehmed û 6 zindaniyên wî welatî şandin Uruguay.
Di 4 salên derbasbûyî de Ehmed û Jorge Voituret çalakvanê sivîl di hewla peydakirina karekî baş de bûn.
Jorge Voituret dibêje: “Me destpêkê hewl da, li ba zêringeran karekî bo Ehmed peyda bikin, ji ber ew li Sûriyê zêringer bû, lê bêguman awayê karkirinê li Sûriyê ji yê li Urguay cuda ye, zehmet bû jî karê zêringeriyê peyda bibe, lewra me dest bi karê firoştina kelûpelên Erebî kir, bi taybetî şîranî."
Piraniya kelûpelên li nav firoşgeha Ehmed ji welatê wî Sûriyê tên, bi kêfxweşî dibêje sipas ji Xwedê re ku xelkê Urguay ji şîraniyên Şamê hez dikin.